DYE: 10 droneyên Hûsiyan, 3 jî droneyên Îranê hatin xistin

Artêşa DYE'yê ragihand ku li hemberî serhildêrên Hûsî yên li Yemenê ku gefê li deryakariya li Derya Sor dixwin, hin operasyonên leşkerî kirine û di encamê de 10 jê yên Hûsiyan bi giştî 13 drone xistine.

Di daxuyaniya artêşa Dewletê Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de hate ragihandin ku roja Çarşemê bi dema herêmî saet di 08:30'î de "Serhildêrên Hûsî yên piştgiriyê ji Îranê werdigirin, fuzeyeke balîstîk a li dijî keştiyê avêtin Kendava Adenê û fuze ji aliyê USS Carney ve hate xistin."

Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE'yê (Centcom) ragihand ku piştî demeke kurt heman destroyerê 'sê balafirên bêmirov ên Îranê' ji cihekî nêz xist xwarê. Nehate ragihandin ku balafirên bêmirov bi çek bûn an na.

Centcomê danê êvarê jî got, deh droneyên êrîşê yên ku 'gef li keştiyên leşkerî û bazirganî yên DYE'yê yên li herêmê dixwarin' û navendeke fermandariyê ya Hûsiyan li Yemenê hatin îmhakirin.

Sibeha Çarşemê artêşa DYE'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku fuzeyeke Hûsiyan a ji bejahî diavêje hewayê, li Yemenê hate îmhakirin.

Li gorî Pentagonê, Hûsiyên ku beşeke mezin a xaka Yemenê kontrol dikin, ji 19'ê Mijdarê û vir ve li Derya Sor û Kendava Adenê zêdeyî 35 caran êrîş birin ser keştiyan û trafîka deryayî ya li vê herêmê ku ji bo bazirganiya cîhanê gelekî girîng e asê kirine.

Hûsiyên ku nêzî Îranê ne, ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê Hamas-Îsraîlê û vir ve ragihandin ku ew 'piştgiriyê' didin Fîlîstîniyên li Şerîda Xezeyê û dixwazin keştiyên pêwendiya xwe bi Îsraîlê re hene li peravên Yemenê asteng bikin.

DYE ku hevalbendê sereke yê Îsraîlê ye, li Derya sor keştiyên şer bi cih kir. Di meha Çileyê de jî tevî Îngilistanê çend caran êrîş bir ser çeperên Hûsiyan.

Hûsiyan roja Çarşemê dubare kirin ku heta şerê li Xezeyê bi dawî bibe wê êrîşan dewam bikin.