Ermenistan bû endamekê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî

Hate ragihandin ku Ermenistan bi awayekî fermî bûye endamê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Ev biryar bû sedema nerazîbûna Rûsyayê.

Yegîş Kîrakosyan ê nûnerê Ermenistanê yê berpirsê karên hiqûqî ji AFP’ re axivî û got:"Statuya Romayê  ji bo Ermenistanê di 1’ê Sibatê de bi awayekî fermî  kete meriyetê." Yegîş deştnîşan kir ku Rûsyayê beriya niha ev biryar weke ‘biryareke nedostane’ nirxandiye.

ERMENISTAN WÊ NEÇAR BIMÎNE KU PÛTÎNÎ BINÇAV BIKE

Dadgeha Navneteweyî ya li Laheyê di meha Adarê de bi îdîaya ji Rûsyayê  dersînorkirina zarokên Ûkraynayî yan jî destûrdayîna wê yekê ji bo Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî biryara binçavkirinê dabû

Erîvan, ger Serokdewletê Rûsyayê lingê xwe biavêje li ser xaka Ermenistanê mukelef e ku wî binçav bike.

Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov di meha Cotmehê de di daxuyaniyekê de gotibû  erêkirina Ermenistanê ya biryara Statuya Romayê ‘biryareke şaş e.’ 

ERÎVAN: BI TAYBET AZERBEYCANÊ ELEQEDAR DIKE

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Pashînyan diyar kir ku ev biryar ne ji bo Rûsyayê ye.

Kîrakosyanî got: ‘’Ermenistan bi beşdarbûna Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di mijara pêşîlêgirtina sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de gavên  diavêje.’’

Kîrakosyanî destnîşan kir ku ev beşdarbûn bi taybet Azerbeycanê eleqedar dike ku Ermenistanê du caran ji bo herêma Qerabaxê bi Azerbeycanê şer kiriye.

TÊKILIYÊN ERÎVAN Û MOSKOWÊ HER KU DIÇE XIRAB DIBIN 

Ev biryara Ermenistanê di heman demê de têkiliyên di navbera Moskow û Erîvanê de xirabtir dike û Ermenistan, Moskowê ev demeke dirêj e ji ber bêdengmana Rûsyayê ya li hemberî nakokiyên li gel Azerbeycanê rexne dike. 

Di meha Îlonê de artêşa Azerbeycanê bi operasyonekê herêma Qerebaxê ku  leşkerên aştîparêz ên Rûsyayê li wir bi cih bûbûn, dagîr kir û hêzên Ermenî yên li herêmê teslîm girtin ku ew herêm bi dehan salan e di bin kontrola Ermenistanê de bû. 

PEYMANA ROMAYÊ

Ermenistanê di sala 1999’an de Peymana Romayê îmze kiribû lê belê ji ber ku ev peyman bi Destûra Bingehîn re bi nakok bû, Ermenistanê ev peyman erê nekiribû. Dadgeha Destûra Bingehîn a Ermenistanê di meha Adarê de destnîşan kiribû ku di sala 2015’an de bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a nû  ev astengî ji holê  rabûye.

LI GORÎ LEYENÊ DINYA JI BO PÛTÎNÎ BIÇÛKTIR DIBE

Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla Von Der Leyenê di meha Cotmehê de gotibû ku ‘dinya ji bo otokratê li Kremlînê  biçûktir dibe’ û ji erêkirina Statûyê re kêfxweşiya xwe anîbû ziman. 

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ku di sala 2002’yan de hatiye damezirandin,  li ser jenosîd, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dixebite û kesên ku bi van sûcan tên tawanbarkirin, darizîne.