BI DÎMEN

Hunerê ji dil dikin

Welat û Xelîl ku birayên hev in û nikarin bibînin, ji sala 2017'an û vir ve karê çand û hunerê dikin. Hesreta vegera li Efrînê bi stranan tînin ziman.

STRANÊN BI HESRETA EFRÎNÊ

Welat Mihemed Xilo (34) û Xelîl Mihemed Xilo (40) ku birayên hev in û ji jidayikbûnê ve nabînin, ji sal a2017'an ve li nava Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ne.

Herdu bira ku ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ne, di zarokatiyê de dengê hunermendên Kurd dibihîzin û bala wan diçe ser muzîkê. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin klîbên 'Dagirker', 'Tu ji dilê min nêzîktir e', 'Ax gundê min' ên herdu birayan hatin weşandin. Her wiha klîba li ser strana 'Hawara bira' jî hatiye amadekirin û li ber weşandinê ye.

BANDORA BAVÊ SELAH Û CEMÎL HORO

Welat qala destpêka bala xwe ya li ser muzîkê kir, "Ji ber ku çavên me nabîne, bala me timî diçe ser deng. Me nedidît, lê me dibihîst. Dema ku karê dayika me hebû, stran ji me re lê dixist. Dikarim bibêjim ku em bi stranan mezin bûn. Dayika me li kasetên Bavê Selah û Cemîl Horo dixist, dema karê xwe diqedand jî kaset jî diqediya. Dikarim bibêjim ku em bi dengê Bavê Selah û Cemîl Horo mezin bûn. Wê demê ez nêzî 10 salî bûm. Kekê min Xelîl jî 16 salî bû."

PERWERDEYA DENG WERGIRTIN

Welat ku li Helebê Fakulteya Hunerên Bedew qedand, kekê xwe Xelîl jî tevlî hunerê kir. Welat ji bo karibe dengê xwe bi rengekî rast û berhemdar bi kar bîne tevlî perwerdeya muzîkê bû û di sala 2017'an de bi Xelîl re beşdarî TEV-ÇAND'ê bû. Bi piştgiriya malbata xwe eleqeya wî ya ji bo muzîkê zêde bû. Welat got, "Sala 2014'an cara yekê di 1'ê Tebaxê de derketim ser dikê. Kekê min piştî du hefteyan beşdarî komê bû. Dema ku destpêkê derketim ser dikê bi kelecanî bûm. Bi fikar bûm gelo karim bikim yan na. Bi rengekî serketî min qedand. Piştre jî di sala 2017'an de tevlî nava karên TEV-ÇAND'ê bûm."

DI NAVA KOMA MUZÎKÊ YA ENGÎZEK DE NE

Welat anî ziman ku li Kantona Efrîn-Şehbayê li nava Koma Muzîkê ya Koma Engîzek derdikeve ser dikê û got, "Nedîtin bandorê li jiyana me nake. Em bi çavên ji dil, bi hestên xwe jiyana xwe dewam dikin. Dibe ku em nabînin, lê belê em bi hestên xwe tevdigerin. Em ronahiyê nabînin, di nava tarîtiyê de dijîn, lê belê hildiberînin. Nabînin lê belê tevkariyê li hunerê dikin. Ji xizmeta ji gelê xwe re tiştekî din nîne ku me serbilind bike, kêfxweş bike. Tevlîbûna li nava karên çand û hunerê ji bo me têrê dike. Bi piştevaniya bi civakê re em tevkariyê li hev dikin."

DAGIRKERIYÊ JIYANA WAN ZEHMET KIR

Welat û Xelîl ku piştî dagirkirina Efrînê hatin Şehbayê, bi zorê jî be li Şehbayê jiyana xwe bi rêk û pêk kirin û hunera xwe dewam dikin. Welat der barê hatina Şehbayê got, "Li warê xwe jiyaneke me ya bi kêfxweşî hebû. Em hînî Efrînê bûbûn, qutbûna ji warê xwe ne hêsan e. Çûn û hatina me bi hêsanî bû. Mirovên ku nikarîbûn bibînin jî ji bo wan zehmet e ku ji warê xwe qut bibe. Me zanîbûn ku li ku derê em dikarin çawa tevbigerin. Li gorî me işaretên me hebûn. Tevgera me bi sînor nebû. Piştî hatin Şehbayê demeke dirêj em hînî jiyana li vê herêmê nebûn. Cihek weke mal û gundê mirovan nîne. Em her tim bi hesreta li Efrînê dijîn û zanin ku em ê rojekê li Efrînê vegerin, em bi vê hêviyê dijîn. Çawa ku mirov bêyî nan û avê nikare bijî, bi dûrketina ji warê xwe jî nikare bijî. Hezkirina me ya ji warê me ji bo me bû hêvî û nefesa jiyanê."

JI GOTINA STRANAN HEZ DIKIN

Xelîl dibêje ew tenê ji gotina stranan hez dike, Welat jî dixwaze xwe di amûrên muzîkê de bi pêş bixîne. Welat dibêje, "Li Darbûkayê dixim, lê belê bala min li ser amûrên muzîkê hemûyan e. Dixwazim bi Org re jî mijûl bibim, bibim pispor. Mîna her Efrîniyekî em li benda vegera li warê xwe ne. Çi dibe bila bibe em ê rojekê hewa Efrînê bikişînin hundirê xwe û jiyana xwe ji cihê mayî dewam bikin."