Encûmenên hindekahiyên olî yên parêzgeha Nînowayê sond xwarin

Encûmenên hindikahiyên olî yên li parêzgeha Nînowayê hatin hilbijartin sond xwarin û dest bi wezîfeya xwe kirin.

Di 18'ê Kanûna 2023’yan de li Iraqê hilbijartina encûmenên parêzgehan pêk hat. Bernamzetên ku xwe ji bo meclîsa parêzgeha Mûsilê berbijêr kiribûn hijmara wan 625 kes bûn ku 157’ê wê jin bûn. Ji van bernamzetan 29 kes tevî kotaya Êzidî, Şebek û Xirîstiyanan bûn endamên meclîsa parêzgehê.

Li seranserî Iraqê Mûsil parêzgeha herî mezine û gelek kêm netew xwe di nav de digirin. Ji wan jî Êzidî, Xiristiyan, Şebek û gelek netewên din yên ku hejmara wan kêm in. 

Rêveberiya xweser a Şengalî di van hilbijartinan de cih girtibû û xwest namzetê xwe bişîne parêzgehê ku nûnertiya Êzdiyan bike. Di gera yekem a hilbijartina de namzetê rêverbiya xweser li seranserî Şengalê bû yekem û li seranserî Mûsilê bûbû duyem. 

Îro li parêzgeha Mûsilê encûmenên hindikahiyên olî yên hatin hilbijartin sond xwarin û dest bi erka xwe kirin.