Serokê CPT Mitchell: Ya ku têkildarî 'êşkence û muameleya xirab' tevbigere DMME ye

Serokê CPT Alan Mitchell, sedema neeşekerekirina rapora der barê Îmraliyê de bi Tirkiyeyê ve girêda û got ku ya divê têkildarî "êşkence û muameleya xirab" tevbigere jî DMME ye.

Serokê Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê Alan Mitchell, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Brukselê, pirsên MH Haberê bersivandin.

Mitcehell dubare kir ku ji ber ku Tirkiye destûrê nade, ew raporên xwe eşkere nakin û got: "Tirkiye wekî endameke Konseya Ewropayê, di Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) de dewleteke çalak e. Komîteyê, bi salan serdana Tirkiyeyê kir. Wekî çend sal berê CPT, di sala 2022'yan de jî serdana Îmraliyê kir. Me jî dixwest em raporên xwe bi awayekî zelal eşkere bikin û pêşî li muameleya xirab bê girtin. Rapor, ancax bi destûra welatên endam dikarin bên weşandin. Ji ber vê em komîte jî, ji bo eşkerekirina raporên xwe îstîşareyên xwe yên bi welatê têkildarî re didomînin."

Mitcehell bilêv kir ku ew wekî CPT raporên xwe berpêş dikin û di van raporan de carinan dibêjin "dibe ku êşkence yan jî muameleya xirab hebe" û got: "Ya divê ji bo vê tevbigere jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye."