Li Şerîda Xezeyê herî kêm 165 Fîlîstîniyên din hatin kuştin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 26 hezar û 422 Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 26 hezar û 422 Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bîlançoya roja 114'an a êrîşên Îsraîlê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 165 Fîlîstînî hatin kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşan û vir ve jî 26 hezar û 422 Fîlîstînî di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.
Hate ragihandin ku 65 hezar û87 kes jî birîndar bûne.