Li Elmanyayê her kes li benda hilbijartinên Saale-Orlayê ye

Li Elmanyayê piştî ku bi sed hezaran di hefteyên dawî de daketin qadan, her kes li benda hilbijartinên tura duyemîn a li Saale-Orlayê ya li herêma Thuringen e.

Di hilbijartinên herêmî de partiya rastgir Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) hêvî dike ku li Saale-Orla ya li herêma Thuringen a Elmanyayê serokatiyê qezenc bike. Namzetê partiyê Uwe Thrume di tura yekem a 14’ê Çileyê hatî kirin de, bi sedî 45,7 dengan reqîbê xwe Demokrata Xristiyan (CDU) ku sedî 33 deng wergirt, derbas kir.

Encama hilbijartinên tura duyemîn a vê Yekşemê, wê ji asta herêmî hîn wêdetir bandorê bike. Di tevahiya her du hefteyên derbas bûyî de, partiya rastgirê tund bi seferberiya rêxistinên sivîl ên Elman hate protestokirin.

Roja Şemiyê bi deh hezaran kes car din ji bo şermezarkirina bilindbûna vê partiyê û xeteriyên wê yên ji bo demokrasiyê, daketin qadan. Li gorî polîsan li Dusseldorfê (rojava) 100 hezar kes, li Osnabruck’ê ya li bakur 25 hezar kes beşdarî çalakiyan bûn. Organîzator diyar dikin ku tevlîbûn hîn zêdetir e.

Ev mîtîng piştî deşîfrebûna endamên AfD’ê ku di dawiya sala borî de ji bo dersînorkirina kesên biyanî û “welatiyên ku asîmîle nebûne” planek nîqaş dikirin, hatin lidarxistin. Vê îfşayê bandor li tevahiya welêt kir.

Piştî xwepêşandanên dijberê AfD’ê, anketa destpêkê ya ji aliyê ensîtuya Insa’yê ve hatî kirin, nîşan da ku rêjeya deng ji sedî 23 daketiye sedî 21,5’ê.

Hîna nediyar e ku ev yek li Saale-Orlayê wê bandorê li hilbijartinê bike yan na. Hilbijartin li yek ji kelehên AfD’ê tê kirin. AfD weke kevneşopî encamên xwe yên herî baş mîna Thuringen’ê li eyaletên li rojhilatê Elmanyayê bi dest dixe.

AfD piştî serketina xwe ya di meha Hezîranê de ya li Sonneberg a li eyaleta Thuringen’ê, her ji niha  ve li Elmanyayê kontrola kantonekî bi dest xistiye.

Li gorî rojnameya FAZ’ê her roj nêzî 130 û 150 endamên nû beşdarî partiya rastgirê tund dibin û heta dawiya salê dibe ku hejmara aktîvîstan ji 40 hezarê bigihije 60 hezarê.