Îranê li Kendavê keştiyek desteser kir

Hat ragihandin ku Îranê li Kendavê keştiyeyeke biyanî bi hinceta ku qeçaxçitiya benzînê dike, desteser kir û 14 muretebatên wê binçav kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan Tasnim’ê hêzên deryayê ya girêdayî Muhafizên Şoreşê li peravên lîmana Buşehr a li başûrê rojava keştiyeke ku du milyon lître benzîna qeçax dihilgirt û aleke welatê Okyanusyayê li ser bû, desteser kir.

Ajansa Tasnim ragihand ku 14 muretebatên keştiyê ku welatiyên du welatê Asyayê bûn, hatine binçavkirin. Di ajansê de agahiyek din nehat dayîn.

Hêzên Îranê bi sîstematîk diragihîne ku li Kendavê keştiyên ku benzîna qeçax dihilgirtin, tên girtin.

Li gorî medyaya dewletê Îranê di meha Îlonê de du tankerên petrolê desteser kirin ku zêdeyî 1,5 milyon lître benzîn dihilgirt û alên Panama û Tanzanyayê li ser bûn û 34 muretebat jî girtin.