Li Rihayê operasyona qirkirina siyasî

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Rihayê de, endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Mûhsîn Aydogdû û endamê Meclîsa Ciwanan Omer Kistak hatin binçavkirin.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ

Îro di danê sibehê de polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûhsîn Aydogdû û endamê Meclîsa Ciwanan Omer Kistak hatin binçavkirin.

Polîsan bi hinceat “nepeniyê” têkildarî lêpirsînê agahî nedan malbata Aydogdû. Hat zanîn ku polîsan dest danîne ser telefonên dayik û bavên Aydogdû.

Aydogdû û Kistak birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.