Li Urdunê 3 leşkerên Emerîkayê hatin kuştin

Artêşa Emerîkayê ragihand ku di êrîşa balafira bêmirov a li Urdunê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrîşa balafira bêmirov a li baregeheke bakur û rojhilatê Urdunê ya nêzî sînorê Sûriyeyê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Serokê Emerîkayê Joe Biden diyar kir ku êrîş ji aliyê “komên mîlîtanan ên radîkal ku Îran piştgiriya wan dike” ve hatiye kirin û sersaxî ji malbatên leşkerên hatine kuştin re xwest.

Ji 7’ê Cotmehê êrîşên Hamasê yên li dijî Îsraîlê pêk anîn ve cara ewil e li herêmê leşkerên Emerîkî tên kuştin. Li baregehên Emerîkayê yên li herêmê êrîş çêbûn lê heta niha ji aliyê artêşa Emerîkayê ve kuştî nehatin ragihandin.