Li Swêdê galaya ji bo penaberan

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo piştgirî ji penaberan re bê dayîn li Erîcsson Globe Arena, duh êvarê galayeke mezin hat lidarxistin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo piştgirî ji penaberan re bê dayîn li Erîcsson Globe Arena, duh êvarê galayeke mezin hat lidarxistin. Di galayê de 60 hunermend derketin ser dikê. Axaftina herî bi bandor a li galayê jî ji aliyê Profesor Hans Roslîng ve hat kirin.

Roslîng anî ziman ku 8 mîlyon ji 24 mîlyon Sûriyeyiyan bûne penaber û diyar kir ku bi tenê 300 hezar ji van xwe gihandine Ewropayê. Roslîng bi zimanekî tund welatên Ewropayê yên ku sînorên xwe li penaberên Sûriyeyî girtine, rexne kir.

Gala bi Însiyatîfa hunermendên Swêdî bi beşdariya 12 hezar kesan hat lidarxistin. 34 mîlyon 850 hezar kronên ji vê galayê hatin bidestxistin, wê ji bo destekkirina penaberan radestî rayedarên Komîseriya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor bên kirin.

Komek ji wêneçêkeran jî, bi armanca destekkirina penaberan projeyeke bi navê "Hunermendên ji bo Penaberan" pêşkêş kirin. Tablo û wêneyên ji buhayê 1 mîlyon kronî ku wêneçêkeran pêşkêşkirin, wê 11'ê Cotmehê de di bazara vekirî de bê firotin. Hatineya ji vir jî wê radestî "Doktorên Sînornenas" bê kirin.