MLKP Kurdistan: Divê xwedî li boykotkirina perwerdeyê bê derketin

MLKP Kurdistan bi daxuyaniyekê ragihand, ku li dijî perwerdeya asîmîlasyonker ew destekê didin biryara boykotê.

Rêxistina MLKP Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku diyar kir ku dema perwerdeya asîmîlasyonker û nîjadperest, bi komkujî û înfaza zarokan destpê kiriye û got, "Hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ên mêtînger, dagirker û faşîst, polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ên li hemberî gelê me yê Kurd bi awayekî vekirî dimeşîne, dibistanên Bakurê Kurdistanê veguherandine leşkergehan û kolan kirine navenda îşkenceyê. Dewleta Tirk a ku zarokan li malên wan û li kolanên lê dilîzin qetil dike, bi xwîn pêvajoyeke nû ya perwerdeya nîjadperest daye destpêkirin. Di demeke ku bi hezaran zarok amadekariyê ji bo sala nû ya perwerdeyê dikin de, zarokên li Bakurê Kurdistanê di hundirê darbestan de dibin goristanan. hikûmeta AKP'ê ya faşîst a kujerê zarokan, rûyê xwe yê faşîzan, hêrs û tirsa xwe ya li hemberî gelê me yê Kurd, bêteredût li ser zarokan nîşan dide."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mufredata perwerdeyê ya ne wekhev û ne adîl, ku berhema polîtîkayên nîjadperest, asîmîlasyonker, înkar, neteweperest, zayendîperest û tekparêz e, bi têkoşîna bawerî û neteweyên bindest re roj bi roj ji asta bicihanînê hatiye xistin û hat gotin, "Pêwîste gel hemû, xwedî li mafên bingehîn ên însanî, mafê perwedeya bi zimanê dayikê û mafê diyarkirina çarenûsa xwe derkevin, ku gelê Kurd pêşengiyê ji vê re dike. Bi xwedîderketinê re mezinkirina van daxwazan, wê weke xencerekê li dilê dewleta Tirk a faşîst, asîmîlasyonker, nîjadperest û mêtînger bikeve."

'DIVÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ WERE MEZINKIRIN'

MLKP'ê xwest xwedî li biryara boykota perwerdeyê bê derketin, ku biryar ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hatiye dayîn û got, "Di serî de sosyalîst û welatparêz, divê hemû gel, mirovên pêşverû, sosyalîst, hêzên şoreşger û rêxistinên baweriyan bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê li kolanan têkoşîna yekbûyî bimeşînin." Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku dersa olî ya ji neçarî bê rakirin.