BI DÎMEN

'Ji hunermendê li ser Kobanê nestirê re nabêjim hunermend e'

Dengbêjê ji Başûrê Kurdistanê Eshet got, "Hunermend û dengbêjên Kurd eger li ser Kobanê stranek, kilamek çênekiribe, jê re nabêjim ew hunermend e."

Dengbêjî bi vegotina şer, efsane û eşqên Kurdan re dîroka gelê Kurd a nehatiye nivîsandin e. Li her herêma Kurdistanê dengbêj hene. Dengbêjî li Kurdistanê ne tenê karekî hunermendan e.

Dengbêj Eshet ê li gundê Rizgarî yê li bajarê dîrokî yê Başûrê Kurdistanê Kelarê dijî dibêje ku nayê bîra wî wî kengî dest bi gotina kilaman kiriye. 

Dengbêj Eshet dibêje, "Bi qasî tê bîra min, kengî hestewar dibim, rûdinêm û li gorî hesta xwe ya wê demê distirêm. Dema distirêm jî hestewar û bêhnfireh dibim. Lê belê gotina kilaman ti carî ji bo min nebûye armancek. Ez dilsoz û evîndarê stranam e."

Dengbêj Eshet diyar kir ku ew ê kilamên xwe yên ji bo Kurdistanê dewam bike, her komkujiya diqewime bi stranan bîne bîra xwe û derdora xwe û got, "Kurdistan bi çiya û deştên xwe, welatekî gelekî bi heybet û dewlemend e. Lê belê bi şer û komkujiyên li ser hatiye kirin jî tê naskirin. Heta ku eşq û evîna Kurdistanê ya di dilê min de hebe, ez ê bistirêm û her komkujiyê bi strana bînim bîra xwe û derdora xwe. Stranên di zarokatiyê de min lê guhdarî dikiri, qet ji bîra min naçin. Kengî lê guhdarî dikim dihelim. Dengbêjên berê her tim bi kêf bûn, watedar û gelekî bedew bûn. Bi berhemên Hesen Zîrek û gelek dengbêjên din mezin bûm. Îro jî hînê li wan guhdarî dikim û kilamên wan distirêm."

Dengbêj Eshet stranbêjên roja îro jî rexne dike û dibêje, "Li stranbêjên niha jî guhdarî dikim, lê zêde heyecanê nadin min, watedar nabînim. Wê kelecanê nadin min, wê cewherê, wê hestê nadin."

"JI HUNERMENDÊ LI SER KOBANÊ STRANÊ ÇÊNEKE RE NABÊJIM HUNERMEND"

Eshet ê ji Kelarê da xuyakirin ku divê stranbêjên roja îro mijarên xwe baş hilbijêrin û got, "Di dîroka Kurdistanê de ewçend karesat, êş û şer rû dane, ku ji bîr kirina van ne pêkane. Mînaka herî nêz a vê yekê Kobanê ye. Eger hunermend û dengbêjên Kurd li ser Kobanê berhemek çênekiribe, ez jê re nabêjim ew hunermend e. Ne girîng e stranbêj ji kîjan parçeyê Kurdistanê ye, dibe ku biyaniyek be, lê belê neçar e ku li ser gelekî li cihekî cîhanê êşê dikişîne, bistirê."

Dengbêj Eshet dibêje li ser rewşa dîlgirtinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li zîndana Îmraliyê, stranên wî hene.

...