Kurdistan û gerîla di pirtûka 'Zarokên Me' de ne
Pirtûka Zarokên Me (Vengê domanê ma), ku Raperîn Mûnzûr ji vegotinên Saadet Ferhat Dêrsim nivîsandiye, bîranîna gerîlayeke jin a ciwan a di temenekî biçûk de tevlî refên gerîla dibe, vedibêje.
Pirtûka Zarokên Me (Vengê domanê ma), ku Raperîn Mûnzûr ji vegotinên Saadet Ferhat Dêrsim nivîsandiye, bîranîna gerîlayeke jin a ciwan a di temenekî biçûk de tevlî refên gerîla dibe, vedibêje.
Pirtûka Zarokên Me (Vengê domanê ma), ku Raperîn Mûnzûr ji vegotinên Saadet Ferhat Dêrsim nivîsandiye, bîranîna gerîlayeke jin a ciwan, ku di temenekî biçûk de bi qanûna leşkeriya ji neçarî tevlî refên gerîla dibe, vedibêje. Gerîla Saadet ku bi safîtî û zelalî her tiştî vedibêje, êş, hêrs û rondikên çavên xwe jî bi heman rengî vedibêje.
Nivîskar hewl dide yek bi yek behsa hemû hevrêyên xwe yên li Dêrsimê nas kiriye bike. Her wiha erdnîgariya Dêrsimê, gelê welatparêz, yên bi dewletê re hevkariyê dikin û êrîşên dewletê ji her alî ve di pirtûka xwe de vedibêje.
GERÎLAYA 24 SALAN JIYANA XWE VEDIBÊJE
Saadet Ferhat Dêrsim ku ji dawiya salên 1980'ê û pê ve di serî de Dêrsim li gelek herêmên Kurdistanê ma, tevî vegotina hemû bûyerên bandor lê kirine, van demên jiyaye jî gelekî xweş bi xwendevanan dide fêmkirin.
Dêrsim armanca pirtûkê di pêşgotinê de bi vî rengî tîne ziman: "Barê mayîna li dû, gelekî giran e. Haya min ji berpirsyariya xwe ya mezin heye. Ji ber vê yekê min hewl da gelekî bi hesasî nêz bibim. Min hewl da her tiştên di hişê xwe de veşartî, derxînim holê. Min xwest şaşîtî û kêmasî nebe. Ji ber vê yekê min ew dem careke din bi wan re jiya. Ji xewnên min derneketin. Nêrînên min dagir kirin. Ew ên her tim di hundirê min de jiyan û di her nêzîkatî, helwest û jiyana min de xwe dan hîskirin, bi awayekî vekirî li min temaşe kirin. Timî bala xwe dan min. Ez tirsiyam ku şaş bên bîra min. Vegotina pêvajoya têkoşîna 24 salan, bilêvkirina ewçend tiştên li ser hev kom bûne, ewçend zehmet e."
Piştûka ku di Tîrmeha 2014'an de weke du bergan çapa yekemîn hat kirin, di Tebaxa 2015'an de bi yek bergî digihêje ber destê xwendevanan.
Pirtûka ji 54 rûpelan behsa jiyana 24 salan a gerîla dike ku ji Dêrsimê destpê dike, diçe Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, ji wir berê xwe dide Rojava, Geliyê Bekaa yê Lubnanê, Akademiya Mahsûm Korkmaz û ji wir jî diçe BOtanê, dûre Amed û Dêrsimê, di 2'ê Tebaxa 1999'an de di çarçoveya biryara hat stendin de li ser heman xetê digihêje Başûrê Kurdistanê. Xwendevanên pirtûkê wê bi gerîla Saadet û hevalên wê re gav bi gav li Kurdistanê bigerin, bedewî, zehmetî û êşên jiyana gerîla bijîn.