Li paytexta Belçîka Brukselê, 2. Hefteya Çanda Kurd tê lidarxistin. Çalakî duh bi meşekê ji meydana Borsa herta Grand Palace destpê kir.
ANF
BRUKSEL
în, 25 rezberê 2015, 08:41
Li paytexta Belçîka Brukselê, 2. Hefteya Çanda Kurd tê lidarxistin. Çalakî duh bi meşekê ji meydana Borsa herta Grand Palace destpê kir.
Di meşê de beşdaran kincên gelêrî li xwe kirin û li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Çalakvanên bi kincên gelêrî yên li ser hespan bala derdorê kişandin.
Vekirina festîvalê ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Hatîce Çoban ve hat kirin. Çoban di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser xebatên ji nû ve avakirina Kobanê û hewldanên ji bo vegera li pêvajoya aştiyê ya li Kurdistanê û ji her kesî xwest ku di vî warî de ya ji dest tê bike.
Di çarçoveya festîvalê de dûre standên ji xwarin û dîroka Kurdan hatin vekirin. Her wiha gelek belavok hatin belavkirin.
Festîval wê heta 27'ê Îlonê dewam bike. Di vê çarçoveyê de wê muzîka Kurdî, sînevîzyon û fîlm bên pêşkêşkirin.