BI DÎMEN

Hunermendên li Parîsê di bin sîwanekê li hev civiyan

Hunermendên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, Yekîtiya Hunermendên Kurd ava kirin.

Di daxuyaniya li ser navê hunermendan hat dayîn de hat gotin, "Bi hişmendiya 'çand û huner cewhera jiyana civakî ye, ya ku mirovan bi rastî dike mirov nirxên huner û çandî ye' em weke kom û şexsên li Parîs û derdora wê bi karê çand û hunerê re mijûl dibin, ji bo hevgirtina hêz, vîn û hunera xwe, ji bo meşandina têkoşîneke aktîf û encamgir, di bin sîwanekê de em dicivin."

Hunermendan diyar kirin ku eger hêza çand û hunerê bibe vînek û bibe yek, wê li dijî sîstema dixwaze wê dejenere bike têkoşîn were meşandin û gotin, "Weke mirovên çand û hunerê, em di wê baweriyê de ne ku bi rewşeke ji hev cuda, parçebûyî, dûrî yekîtî û hevgirtinê, çand û huner nikare zêde berheman biafirîne, nikare hebûna xwe biparêze û li gorî ruh û cewhera xwe hilberînê bike. Bi vê bîr û baweriyê me biryar dan bi hev re tevbigerin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya hunera kolektîf û hat gotin, "Eger em hunermend karibin hunera kolektîf ava bikin, hingî em ê karibin hunera neteweyî, sosyalîst-gelparêz û civakî ya rasteqîn hilberînin. Ji bo em vê yekê bi ser bixînin beriya her tiştî divê em bibin xwedî rêxistinbûyîneke kolektîf."

Hunermendan dan xuyakirin ku şerê îro li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser bingeha înkarkirina gelê kurd tê meşandin, di heman demê de tê wateya qirkirina çand û hunera Kurdan û gotin, "Yekîtiya me, vîna me ya hevpar û rêxistinbûyîna me ya hevpar, li dijî vê yekê parastina çand û hunera Kurdan e. Li ser vê bingehê gava ku me îro avêtine, gava hevparbûyîn û parastina çand û hunera xwe ye.

Em hêvîdarin ku ev hevgirtina me ya bi dirûşmeya "hîn bêhtir huner-hîn bêhtir wêje-hîn bêhtir çand û hîn bêhtir mirovahî" hat destpêkirin ji her kesî re bibe wesîle û bi vê ferasetê em bang li her kesî dikin ku têkoşîneke hevpar bimeşînin, hilberîneke hevpar biafirînin û di bin navê Yekîtiya Hunermendên Kurd li Parîsê de xwe birêxistin bikin."