Li Wanê, ji bo bilêvkirina daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û şermezarkirina polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê, dibistan tên boykotkirin. Tevlîbûna li vê boykotê li Wanê zêdeyî ji sedî 80 ye.
ANF
WAN
duşem, 28 rezberê 2015, 11:23
Di serî de taxên Xaçort, Şeyîd Firat, Suphan, Karşiyaka û Akkopru li hemû taxên Wanê, ji ber boykotê sinifên dibistanan vala man. Rêjeya tevlîbûna li boykotê ji sedî 80 derbas kir. Li taxa Xaçortê temamiya sinifan vala man.
Serokê Şaxê Egîtîm-Senê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê boykotê de agahî da û diyar kir ku li taxên Wanê yên pevçûn lê qewimîn, ji sedî sed tevlîbûna li boykotê heye.
Sayyîgît ragihand ku li dibistanên navendê jî ji sedî 60 tevlîbûna li boykotê heye. Sayyîgît destnîşan kir ku heta qedexeya li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bê rakirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.