Di festîvala antî faşîstan de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Di festîvala 'rock a li dijî faşîzmê' ya rêxistina antî faşîst a li Dusseldorfê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd hatin şermezarkirin.

Di festîvala 'rock a li dijî faşîzmê' ya rêxistina antî faşîst a li Dusseldorfê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd hatin şermezarkirin.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê di bin navê 'rock li dijî faşîzmê' de rêxistina antî faşîst festîvaleke muzîkê organîze kir. 

Tevî gelek komên cuda yên rockê, bi qasî 5 hezar kes beşdarî festîvalê bûn. 

Di herikîna bernameya festîvalê de antî faşîstên Dusseldorfê derketin ser dikê û pankarteke mezin a bi nivîsa "PKK-Verbot Aufheben! Es lebe der Widerstand in Kobane" (Qedexeya li ser PKK'ê rakin! Bijî Berxwedana Kobanê!) vekirin.

Di axaftinên li festîvalê de bal hat kişandin ser êrîşên faşîst ên li Kurdistanê û Elmanyayê, bi taybetî komkujiyên li Pirsûs, Kobanê, gundê Zergelê û êrîşên li Wûppertalê hatin şermezarkirin. Qisekeran li hemberî van êrîşan banga piştgiriya antî faşîzm a navneteweyî kirin.  

Di axaftinand e êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd hat protestokirin, serketina HDP'ê û berxwedana Rojava hatin silavkirin.

Buroya Aştiyê ya Jinên CENÎ û Weqfa Jina Azad a Rojava jî li qada festîvalê standek vekirin û der barê rewşa jinê li çar parçeyên Kurdistanê û berxwedana li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de agahî dan, belavok belav kirin.

Komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî, standa xwarin û çanda Kurd vekir û rastî eleqeyeke mezin hat.

Festîval saet di 23:00 de bi dawî bû.