Nivîskar Kemal Qoserî 'Rastiya Kurd' ji Swêdiyan re vedibêje

Nivîskarê Kurd Kemal Qoserî, ji bo pirsgirêka Kurd, zext û komkujiyên li gelê Kurd tên kirin û têkoşîna azadiyê ya Kurdan ji gelê Swêdê û ciwanên Kurd re vebeje, pirtûka xwe ya bi navê 'Rastiya Kurd' bi Swêdî weşand.

Qoserî yê piştî cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê, dis ala 1983'an de welatê xwe terikand û li Swêdê bi cih bû, da xuyakirin ku çend sedemên nivîsandina pirtûka xwe bi zimanê Swêdî hene.

Qoserî anî ziman ku ciwanên Kurd ên li dîasporayê ji dayik bûne, ne bi zimanên Kurdî yan jî Tirkî, bi zimanê Swêdî perwerdeyê dibînin û diyar kir ku her çend ciwan bi sempatî nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd dibin jî, ev yek bi tenê di hest de dimîne.

Qoserî da zanîn ku bi romankirina dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd re wî xwestiye tevkariyê li yekbûna dil û mejiyên ciwanên li dîasporayê mezin bûne bike û xwestiye bi vî rengî destekê bide wan.

Nivîskar ragihand ku sedemeke din a nivîsandina pirtûkê bi zimanê Swêdî ew e, ku xwestiye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û komkujiyên bi serê gelê Kurd ve hatine, ji Swêdiyan û koçberên din ên li dîasporayê dijîn re vebêje. 

Qoserî da zanîn ku roman dema di navbera 12'ê Îlonê û sala 1998'an a li Bakurê Kurdistanê vedibêje, lê belê komkujî û parçebûna beriya sedan salan bi serê Kurdan de hatine jî bibîr dixîne.

Qoserî destnîşan kir ku lehengên romanê, ji kesên di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bi awayekî katîf xebitîne pêk tê, lê belê wî navê van kesan guherandiye.

Qoserî anî ziman ku pirtûk ji romanê wêdetir, pirtûkeke dîrokî ya rastiyan diyar dike ye û da xuyakirin ku di pirtûkê de komkujî, înfaz û windahiyên di binê çavan de ên salên 90'î yên li Kurdistanê tên nirxandin.

Qoserî ragihand, ku her çend di pirtûkê de Bakurê Kurdistanê esas hatiye girtin jî, qewimîn û têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din jî hatiye nirxandin.

Nivîskar da zanîn ku wî hemû hatineyên pirtûkê ji Rojava re şandiye û hatineyên 2 hezar pirtûkan jî ji bo tevkariyê li xebatên avakirina Kobanê bike, radestî rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê kiriye.

...