Li Kolnê konsera hunermendên Kurd a ji bo gelê Kurdistanê
Hunermendên TEV-ÇAND'ê, li qadeke vekirî ya li Koln Rudolfplatzê, konserek piştgiriyê ji bo gelê Kurdistanê dan. Di konserê de Koma Berxwedan û gelek hunermendên Kurd amade bûn.
Hunermendên TEV-ÇAND'ê, li qadeke vekirî ya li Koln Rudolfplatzê, konserek piştgiriyê ji bo gelê Kurdistanê dan. Di konserê de Koma Berxwedan û gelek hunermendên Kurd amade bûn.
Hunermendên TEV-ÇAND'ê, li qadeke vekirî ya li Koln Rudolfplatzê, konserek piştgiriyê ji bo gelê Kurdistanê dan. Di konserê de Koma Berxwedan û gelek hunermendên Kurd amade bûn.
Hunermendên Kurd ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewlet li gelê Kurdistanê dike, bi sirûd û stranên xwe re rejîma AKP'ê protesto kirin. Tevî baranê jî Kurdistaniyan hunermend bi tenê nehiştin û destek dan çalakiyê. Çalakiya ku saet di 14:00 de destpê kir, heta danê êvarê dewam kir. Hunermendan bi pankartên xwe yên li qada çalakiyê vekirin û bi belavokên bi zimanê Elmanî, bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike.
Ji hunermendên beşdarî çalakiyê bûn Hozat Comert, Mehmet Akbaş, Serhad Çarnewa û Peywan Arjîn, polîtîka lîncê û komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd tên kirin, ji ANF'ê re nirxandin:
HOZAN COMERT: Kurdan heta roja îro aştî xwestin. Ti carî nebûn alîgirê şer û tevî vê yekê jî komkujiyên li ser gelê Kurd roj bi roj zêde bûn. Dewletê bi komkujî û tecrîdê bersiv da hemû gavên Rêber Apo yên ji bo aştiyê. Ev sed sal in li Kurdistanê xwîn dirije. Kurd êdî naxwazin bi van komkujiyan re bijîn. Gelê me dxiwaze aştî û aramî were vê xakê. Em îro li vê derê careke din dibêjin aştî. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û ji bo aştiyê gav werin avêtin.
MEHMET AKBAŞ: Weke hunermendên Kurdistanî em îro li vê derê dixwazin nîşan bidin ku di her kêliyê de em li cem gelê xwe ne. Ji bo nîşandana dilsoziya bi şehîdên xwe re em îro dîsa li qadan e. Divê gelê me li her cihê lê ye li ber xwe bide. Em neçar in li ber xwe bidin. Di rojên zor û zehmet re em derbas dibin. Rojên tarî ne. Ji ber vê yekê bang li hemû Kurdan dikim: Ji kerema xwe re êdî bibin yek. Bila Kongreya Neteweyî tavilê bicive. Heta ku Kurd bi hev re tevnegerin, wê nikaribin azad bibin.
SERHAD ÇARNEWA: Em di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin. Di berxwedana Cizîrê de gelê me ji 7 heta 70 salî moraleke gelekî mezin da me. Bêguman gelek sivîlên me şehîd ketin. Lİ hemberî êrîşên dewletê, Kurd li her derê li ser piyane û li ber xwe dide. Weke hunermendên Kurd em jî li ser piyane û dixwazim bêjim ku em li cem gelê xwe ne. Zimanê ku dewlet ev 30 sal in bi kar tîne, kuştina Kurdan e. Tevî vê yekê jî Kurd, dema leşkerek birîndar dibe, bi hewara leşker ve diçe. Li çiyayê Tendurekê Kurdan careke din gotin aştî, lê belê dewletê bi rijandina xwînê bersiv da vê yekê. Ji bo xwîna li welatê me diherike û mirinên rû didin bisekinin, divê her kes bêje aştî.
PEYWAN ARJÎN: Weke hunermendên Kurd ji 2'ê Îlonê û vir ve em ji bo gelê xwe li ser piyan e. Berxwedana gel a îro li Cizîrê heye, berxwedana Kobanê temam kir. Her du berxwedan dişibin hev. Her du berxwedan jî berxwedanên li dijî rejîma AKP'ê ne. Di roja îro de ne tenê li Cizîrê mirov dikarin bêjin ku li her bajarê Kurdan berxwedan heye. Ev êrîş, piştî ku HDP'ê di hilbijartinan de nehişt Erdogan bibe serok, rû dan. Ev kîn û nefret ji ber vê yekê ye. Lê belê gel teslîmî van lîstikên qirêj nabe! Gel wê bi berxwedanê re van lîstikên qirêj têk bibe. Li holê tiştekî bi navê dewletê ji xwe nemaye; bi tenê AKP heye û ew ê jî têk biçe.
Çalakî bi gotina stranan bi dawî bû.