Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku ew destekê didin bang û biryara Kongreya Civaka Demokratîk a ji bo boykotkirina saziyên perwerdeyê yên mêtînger di destpêka serdema hîndekarî û perwerdeyê ya sala 2015-2016'an.
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, bi wesîleya destpêka serdema hîndekarî û perwerdeyê ya salên 2015-2016'an daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteya Perwerdeyê got, "Kaosa Rojhilata Navîn ku di navenda wê de welatê me Kurdistan heye, bi çareseriya neteweya demokratîk a li welatê me xwe da der re, derbasî qonaxeke nû bûye. Şoreşa Rojava, li ser bingeha cihêrengiya hemû civakên li herêmê weke modela jiyaneke bi hev re ya ji dil, azad û wekhev derketiye holê. Sîstema kantonal a li Rojava, bi awayekî şênber radixistiye pêş çavan ku demokrasiya xwecihî û xwerêveberî divê bi çi rengî bin. Şoreşa Rojava li ser bingeha xweparastinê jiyanê bi pêş ve dibe û gelên Rojava jî bi zimanên xwe yên dayikê re di mijarên perwerde û jiyîna çanda otantîk de derfetên çareseriyê yên demokratîk afirandine."
'REJÎMA TC A MÊTÎNGER, JI GELÊ ME RE QIRKIRIN REWA DÎTIYE'
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Rejîma TC a ku her şêwe faşîzmê bi kar tîne û bûye belayê serê gelê Kurd û tevahiya gelên li Kurdistan û Anatoiyê, ev sed sal in, asîmîlasyon, tehcîr, komkujî, qirkirina fîzîkî û çandî ji gelên me re rewa dibîne. Ji bo hemû civakên etnîkî olî, çandî û zimanî yên li dijî vê li ber xwe didin di komkujiyê re derbas bike, ya ji dest hatiye kiriye û hînê dike. Ji van a herî bi bndor jî mêtîngeriya çandî ya li ser mejiyên civakan e ku weke komkujiya spî tê pênasekirin. Di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de ev yek weke qirkirina çandî tê qebûlkirin.
Faşîzma kesk a Erdogan û AKP'ê ku senteza hemû pêkanîn û polîtîkayên înkar, tinekirin, qetlîamker û asîmulasyonîst ên ji Osmaniya heta TC dewam dike ye, li gel gelê Kurd bi awayê herî çavsorî tê meşandin. Em bi gurûheke şerê taybet a welê re rû bi rû ne ku bi qasî êrîşî şehîdgeh, cihên pîroz ên Kurdan û dibistanên seretayî yên bi berdêleke mezin hatine vekirin bike, ewqasî ji hemû nirxên bawerî û însanî qut bûye. Bi êrîşên xwe yên dawî re raxistiye pêş çavan ku ji ber tirsa dayîna berdêla sûcên mirovahiyê yên li hemberî gelên me kiriye, ti dînîtî nîne ku neke.
Mêtîngeriya TC a faşîst ku hemû nirxên madî û manewî yên gelên Kurdistanê ji bo afirandina netewebûyîna Tirk bi kar aniye, bi taybetî di dema avabûna xwe de, bi rêya Dibistanên Leylî yên Herêmê re ku li her devera Kurdistanê belav kiriye, bi hesasiyeteke mezin hewl da zarokên Kurd bi çanda leşkergehê, weke 'leşkerekî baş ê Tirk' perwerde bike. Ji bo vê yekê jî endamên şerê taybet ên bi taybetî hatine hilbijartin û perwerdekirin û bi dîsîplîna leşkerî hatine xurtkirin, di bin navê 'mamosteyan' de wezîfedar kirine. Bi komkujiya spî ya li Kurdan hat kirin re zarokên Kurd xistin wê rewşê ku îro ji dê û bavê xwe fedî bikin, ji nasname û çanda xwe birevin. Ev yek di roja îro de bi şêweyê perwerdekirina weke sîxurekî baş ê dewleta Tirk, dewam dike. Her çend di roja îro de ji aliyê rêbazê ve hin cudahî hebin jî, armancên sîstema perwerdeyê ya TC neguherîne."
'JI BILÎ BERXWEDAN Û PÊKANÎNA AZADIYÊ TI ALTERNATÎFA GELÊ ME NEMAYE'
Di dewama daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê de bal hat kişandin ser van xalan:
"Li dijî vê sîstema înkar û tinekirinê ya topyekûn ku hebûna gelê me kiriye hedef, ji bilî berxwedan, parastina hebûna xwe bi berxwedanê û pêkanîna azadiyê ti alternatîf ji gelê me re nehatiye hiştin. Îlanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê li ser bingeha xweparastinê hatine afirandin, mafê rewa û hebûnê yê pîroz e. Pêwîste hemû civatên Kurdistanî bi vîna xqwe û bi daxwaza xwe xwerêveberiyan biafirînin, bi hêza xwe xwe biparêzin û bi hev re hebûna xwe biparêzin. Ev yek yekane rêya rizgariya ji zilma faşîzmê ye.
Di serî de zimanê Kurd, di parastina hemû nirxên çandî-neteweyî de rola dayikên Kurd diyarker e. Di avakirina xwerêveberiyên niha de jî jinên Kurd bi wezîfeya pêşengiyê re rû bi rû ne. Perwerdeya civakî ji aliyê esasî ve wezîfeya eslî ya dayikê, ya jinan e. Di pêşvebirina sîstema perwerdeya neteweya demokratîk de rola jinê sereke ye û girîng e ev rol bi cih were anîn.
Perwerde şêweyê destnîşankirina hebûna xwe ya civakê ye. Pirsgirêka domandina hebûna xwe ye. Ti civak mafê xwe yê hebûnê û wezîfeya perwerdekirina ciwanan bi hêzeke din re parve nake. Vê wezîfeyê radestî hêzeke din nake. Hêza mijara gotinê dewlet an jî amûreke din a desthilatdariyê jî be, vî maf û wezîfeya xwe radest nake. Di rewşeke berevajî de xwe radestî serdestan dike.
Yek ji wezîfeyên bingehîn ên xwerêveberiyan, ku wezîfeya sereke ye; perwerdekirina zarok û ciwanên xwe bi zimanê xwe yê dayikê ye. Girîng e ev maf û wezîfeya perwerdeyê, li gorî kevneşopiya civakî û nirxên têkoşînê, bêyî radestî hin kesên din were kirin û bêyî derengmayînê, bi cih bê anîn. Ev maf mafekî hebûneyî ye ku di nava ti şert û mercî de dest jê nayê berdan. Li gelemperiya Bakurê Kurdistanê, têkoşîna pêşvebirina hîndekarî û perwerdeya bi ziman û zaravayên dayikê, xebata bingehîn a avakirina xweseriya demokratîk e. Heta ku sîstema perwerdeyê ya neteweya demokratîk neyê afirandin, zîhniyeta neteweya demokratîk nayê afirandin.
'EM TEVLÎ ÇALAKIYA BOYKOTKIRINA DIBISTANÊ BIBIN'
Li ser vê bingehê, em bang û biryara Kongreya Civaka Demokratîk a ji bo boykotkirina saziyên perwerdeyê yên mêtînger di destpêka serdema hîndekarî û perwerdeyê ya sala 2015-2016'an rast dibînin û destekê didin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, derdorên demokratîk û sosyalîst dikin ku sîstema asîmîlasyon û otoasîmîlasyon a rejîma TC a faşîst weke amûra înkar û tinekirinê bi kar tîne red bikin, sîstema xwe ya perwerdeyê biafirînin û bi xurtî tevlî banga boykotê ya KCD'ê bibin."