Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Yilmaz: Em destekê didin boykotê

Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Yilmaz diyar kir ku ew destekê didin banga boykotkirina dibistanan. Yilmaz da xuyakirin ku ji bo li Kurdistanê perwerde bê kirin divê jiyan asayî bibe û çek bêdeng bibin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo hefteya destpêkê ya sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2015-2016'an, ji bo perwedeya bi zimanê dayikê banga boykotê kir. Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) jî piştgirî da vê bangê. Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Sakîne Esen Yilmaz, biryara boykotê ji ANF'ê re nirxand.

'JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ HER ÇALAKÎ REWA YE'

Yilmaz diyar kir ku weke Egîtîm-Senê wan di her demê de perwerdeya bi zimanê dayikê parastine û got, "Ji bo vê me têkoşiyan, me berdêl dan. Ji ber ku di rêziknameya sendîkaya me de daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê heye, em li gefa girtinê rast hatin. Endamên me ji ber ku serlêdana perwerdeya bi zimanê dayikê kirin hatin sirgûnkirin û hatin cezakirin."

Yilmaz anî ziman ku ew hemû çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê rewa û rast dibînin û di vê çarçoveyê de destekê didin boykotê.

'ŞER Û PEVÇÛN LI PÊŞIYA PERWERDEYÊ ASTENG E'

Yilmaz da zanîn ku weke Egîtîm-Senê fikara wan a herî mezin, venebûna dibistanan ji ber qedexeya derketina deve ye û got, "Li cihên derketine derve hatine qedexekirin, em bi gumanin ku dibistan venebin. Li cihekî jiyana mirovan ne ewle be, dibistan çawa dikare bê vekirin."

Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Sakîne Esen Yilmaz anî ziman ku ji bo perwerde û hîndekarî bê kirin divê jiyan asayî bibe û got, "Em dibêjin; divê şer bisekine û muzakere destpê bike. Xwendekar û mamoste jiyana xwe ewle nabînin. Ev yek ji aliyê perwerde û înkariyê ve pirsgirêkek mezin e."