Ji bo bîranîna Şêrko Bêkes standa pirtûkan

Ji bo bîranîna helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes, li Silêmaniyeyê standa pirtûkan hat vekirin. Stand ev du sal in, di her salvegera wefata Bêkes de tê vekirin û sê hefteyan vekirî dimîne.

Ji bo bîranîna helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes, li Silêmaniyeyê standa pirtûkan hat vekirin. Stand ev du sal in, di her salvegera wefata Bêkes de tê vekirin û sê hefteyan vekirî dimîne. Di standa li Kultur Cafe ya li Silêmaniyeyê hat vekirin de, pirtûkên cuda pêşkêşî xwendevanan tê kirin.

Helbestvanê ji Silêmaniyeyê Şêrko Bêkes, her sal bi standa pirtûkan a li bajarê lê ji dayik bûye, tê bîranîn. Bi vê yekê re helbestvanê Kurd ê bi 26 pirtûkên xwe yê helbestan li qada navneteweyî tê naskirin were bîranîn û Şêrko Bêkes û nivîskarên din ên Kurd bi nifşên nû re werin nasandin.

Kargerê Kultur Cafeyê Helwest Behdînî diyar kir ku ew her sal ji bo bîranîna Şêrko Bêkes standê vedikin û got, "Bi vê yekê re em dixwazin her kes karibe bi hêsanî pirtûkên li gorî dilê xwe peyda bikin. Xwendin û zanebûna ciwanên Kurd yek ji mezintirîn daxwaza Bêkes bû."

Behdînî da zanîn ku ew hatineyên vê çalakiyê di organîzasyonên cuda yên çandî de bi kar tînin û ragihand, ku bi vê yekê re ew dixwazin, di nava rewşeke kaotîk a li herêmê de kêm be jî berê ciwanan bide hewldaneke mayînde û girîng.

Behdînî da xuyakirin ku standa sê hefteyan vekirî dimîne rastî eleqeyeke zêde ya ciwanan tê û got, "Eleqeya ji bo pirtûkan gelekî zêde ye. Em li vê derê pirtûkên ji cureyên cuda yên dîrok, siyaset, felsefe, helbest û romanan difiroş in. Eleqeyeke xweş ji dîrokê re heye, lê herî zêde eleqe ji romanan re tê nîşandan. Lê belê ev eleqe par zêdetir bû. Dibe ku kêmbûna eleqeya îsal ji ber krîza aboriyê be. Gelek mirov tên, dibêjin dixwazin bikirin lê pereyê wan têrê nake. Ji ber ku mirov bi zorê debara xwe ya jiyana rojane dikin."

'OCALAN GELEKÎ BALÊ DIKIŞÎNE'

Di standê de gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên analîza mijarên cuda, cih digirin. Behdînî diyar kir ku wan îsal cara yekemîn pirtûkên Ocalan danîn standê û got, "Eleqeyeke mezin kişand. Mirov meraq dikin. Dixwazin nêrînên Ocalan hîn bibin. Ji ber vê yekê dikarim bêjim ku eleqe gelekî baş e."