Li Bremen Şagirtên Kurd 22. car karname û bawername wergirtin

Şagirtên di sala perwerdeya 2014-2015’an de li8 dibistanên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, bi wergirtina karname û bawernameyên xwe, ketin betlaneya havînê.

Şagirtên di sala perwerdeya 2014-2015’an de li8 dibistanên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, bi wergirtina karname û bawernameyên xwe, ketin betlaneya havînê.

Li eyaleta Bremenê ji sala perwerdeyê ya-1992-93’an ve bênavber dersên Kurdî wek, “Dersa Zimanê Dayikê“ fermî tên dayin. Hemû şagirtên beşdarî dersên Kurdî dibin, li gorî rewşa rêbaza dibistana wan ya nirxandina dersan, an notên hejmarî an jî kurteraporeke der barê pêşveçûna xwe ya di dersa Kurdî de werdigirin. Eger şagirt di dersên din de not digire, di dersa Kurdî de jî not digire, eger ew di dersên din de rapora pêşketina fêrbûnê digire, di dersa Kurdî de jî rapora fêrbûnê digire. Notên ji bo dersên Kurdî tên dayin, mîna dersên din xwedîbandor in û di karnameyên (Zeugnis) şagirtan de têne nivîsandin. Şagirtên pola 4’an, an jî ya 6’an diqedînin, di dawiya sala perwerdeyê de bawernameya (Urkunde) ku ji aliyê mamosteyên Kurdî û gerînendeyê dibistanê ve tê îmzekirin, werdigirin.

Li ser pirsa me, mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş got: “Ez ji sala perwerdeya 1992-93’an, ango ji demeke bi qasî bîst û du salan ve, bê navber li dibistanên malbatan li wan serîlêdan pêk anîne û zarokên xwe nivîsandine, dersên Kurdî didim. Di vê sala perwerdeyê ya îro (22’yê Tîrmehê) bi dawî bû de, min li pênc dibistanên cuda ders da 90 şagirtên polên ji 1’ê heta 6’an. Ji van, 23 şagirtan xwendina xwe qedandin, ango mezûn bûn. Li gorî hejmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ez ê di sala perwerdeya 2015-16’an de li van dibistanan dersan bidim; Schule am Wasser (Grohn), Schule an der Grambker Heerstrasse (Grambke), Schule am Halmerweg (Gropelingen), Schule an der Robinsbalje (Huchting), Schule Kirchhuchting (Huchting) û Schule an der Delfterstrasse (Huchting).

Eger ji niha ve dê û bav zarokên xwe yên wê biçin polên ji 1’ê heta 6’an, ji bo beşdariya dersên Kurdî binivîsin, hiejmara dibistanan û di pey re ya mamosteyan dikare were zêdekirin.

Mamoste Ronî Stêrk jî got: "Di vê sala perwerdeê de min jî li sê dibistanan ders da 87 şagirtan. Ji van, 15 şagirtan xwendina xwe qedandin, ango mezûn bûn. Li gorî hejmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ez ê di sala perwerdeya 2015-16’an de li van dibistanan dersan bidim: Tami-Oelfken-Schule (Lussum) Grundschule an der Andernacherstr. (Osterholz/Tenever) û Grundschule am Pfälzer Weg (Osterholz/Tenever). Herwiha li gel Senatoriya Perwerde û Zanistê, ji bo dana dersên Kurdî li dibistana Schule am Osterhopp (Hemelingen) jî hewldanên me berdewam dikin.

Mamosteyên zimanê Kurdî Emîn Akbaş û Ronî Stêrk wek peyva dawî gotin: "Me bi alîkariya malbatan, bi piştgiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK û Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung û Wissenshaft-GEW) û her wiha bi xebateke baş bi Senatoriya Perwerdeyê, dibistan û mamosteyan re, saleke perwerdeyê ya serketî li pey xwe hişt. Em ji bo hemû kes û saziyên ji bo vê serketinê hêz, alîkarî û piştgirî dane me spas dikin. Em hêvîdar in, ku malbatên me wê di vê sala perwerdeyê ya 2015-16’an de hîn zêdetir li mafê xwe xwedî derkevin. Bi vê hêviyê, em ji hemû şagirt û malbatên xwe re betlaneyeke xweş a bê derd û bela daxwaz dikin.”

...