Li Stockholmê pêşangeha li ser tabûyên Tirkiyeyê hat vekirin

Weşanger Zarakolû, li Stockholmê pêşangehek li ser tabûyên li Tirkiyeyê vekir.

Weşanger-Nivîskar Ragip Zarakolû, di Festîvala Wêjeyê ya li navçeya Stockholm Sîgtûna de, li ser azadiya raman û çapemeniyê semînerek da. Zarakolû bi pêşangehên li pirtûkxaneya navçeyê re jî bal kişand ser tabû û qedexeyên li Tirkiyeyê.

Zarakolû diyar kir ku weşangerî ne tenê karekî bazirganiyê ye, di heman demê de mîsyonek exlaqî ye û destnîşan kir ku divê ev mîsyon weke azadiya weşandinê, azadiya nivîskar û xwendevan bê fêmkirin.

Zarakolû da zanîn ku ji ber derfetê dide azadiya xwendin û nivîsandinê, weşangerî xwedî girîngiyeke stratejîk e û anî ziman ku ji bo pêşketina azadiya ramanê li Tirkiyeyê weşangeran berdêlên mezin dane.

Zarakolû bibîr xist ku Îlhan Erdost li Girtîgeha Mamakê hatiye qetilkirin, weşangerê Kurd Mehmet Alî Ermîş, di dadgeha ku ji ber weşandina pirtûka Nazim Hîkmet a "Yaşamak Ne Guzel Şey Be Kardeşîm" weşan dihat darizandin, krîz adil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Zarakolû ragihand ku piştî cûnta leşkerî ya sala 1980'ê zext û êrîşên li hemberî weşanger, nivîskar û hunermendan zêde bûye.

Zarakolû tevî weşangerî û rojnamevaniyê wezîfeya Serokatiya Azadiya Weşandina Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê dike. Ev 20 sal in raporên salane yên yekîtiyê amade dike.

Zarakolû diyar kir ku li Tirkiyeyê weşangerî her çend hinekî azad bûbe jî, weşangerên pirtûkên li ser zayendî û rexneyan li siyasetmedaran dikin, hedef tên girtin û ji bo vê yekê jî mînaka pirtûka Erol Ozkoray a li ser berxwedana Gezî da, ku bi sûcdariya 'heqaret li Recep Tayyîp Erdogan kiriye' hatiye darizandin.

Zarakolû da xuyakirin ku pêşangeha wê vekiriye, tabûyên dewleta Tirk vedibêje û ragihand ku tabûya destpêkê ya li Tirkiyeyê komûnîzm û sosyalîzm a duyemîn jî tabûya Ermenî ye.

'TABÛYA KURD YEK JI TABÛYÊN HERÎ MEZIN E'

Zarakolû ragihand ku tabûya Kurd li Tirkiyeyê yek ji tabûyên herî mezin e û got, "Eger tabûya Kurd hatibe şikandin, ev bi saya rojnamevan û weşangerên wêrek ve hatiye kirin. Dewletê bi tabûya Kurd re êrîşên herî hovane kir. Di salên 1990'î de 25 rojnamevan hatin kuştin. Gelek weşanger hatin girtin. Li dijî zextan bi bêîteatiya sivîl, tabûya Kurd ji holê hat rakirin."

Zarakolû tabûyên din ên di pêşangehê de bi serenavên tabûyên Rûm, îdeolojiya fermî, zayendî, mîlîtarîzm, dewleta polîs, siyasetmedar, ol û bawerî, destnîşan kir.