Rewşenbîrên Kurd xwe ji Hevbenda Nivîskarên Sûriyeyê vekişandin
Gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd bi daxuyaniyekê diyar kirin ku dest ji endamtiya Hevbenda Nivîskariyên Sûriyeyê berdane.
Gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd bi daxuyaniyekê diyar kirin ku dest ji endamtiya Hevbenda Nivîskariyên Sûriyeyê berdane.
Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku dest ji endamtiya Hevbenda Nivîskariyên Sûriyeyê berdane.
Daxuyaniya hevbeş a nivîskar û rewşenbîrên Kurd wiha ye:
"Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re, xewna welatekî hevbeş dûrî gemkirin û zorê, ku hemû netewe, ol û mezheban di hundir xwe de bihewîne, geş bû. Avakirina hevbenda nivîskarên Sûriyeyê jî di vê çarçoveyê de bû; em wekî nivîskar û rewşenbîr bibin xwedî dezgeheke wisa, dûrî rê û rêbazên yekîtiya nivîskarên Ereb kar bike. Ew dezgeha ku xwedî yek raman, yek ziman û yek rengî bû. Wisa jî hemû mafên her kesê derveyî wî rengî û wê ramanê dihatin binpêkirin. Çawa ku rejîmê dest danîbû ser siberoja kesên Sûriyeyê û her tişt bi xwe ve girêdabû, wisa hin alî û siyasetan dest danîn ser şoreşê û ew xistin bin baskên xwe. Bi vî awayî xwediyên şoreşê yên rasteqîne di navbera du aliyan de asê man. Yek jê diz û zorker û yê din korsanekî durû û jiserxweçûyî. Hêviyên pir mezin li ser çandê û rewşenbîrên Sûriyeyê hatin girêdan. Her wiha zemîneke wisa peyda bû, ku çanda Sûriyeyê li hember van hêzên ku dest danîne ser vîna xelkê û siberoja wan, bibe çavkaniya geşbûn û pêşdeçûnê. Ji ber vê hêviya me ji damezirandina hevbenda nivîskariyên Sûriyeyê ew bû ku bibe bingeheke rexneyî ji şoreşê re, wisa jî ji çandeke pirrengî û hevbeş re, bêyî biryargirtina xwe bispêrin navendên derve. Lê bûyer û gengeşiyên ku di vê dema dawiyê de di navbera hin endamên hevbendê de qewimîn, bi derxistina daxuyaniyên dijî hev û desttêwerdana hevbendê wekî aliyekî û rawestandina endametiya nivîskar Helîm Yûsiv bi hin behaneyên ku kenê mirovan tînin, ev hemû metod û awayên cezakirina xwediyên dîtinên cihê, metod û awayên cezakirinê yên yekîtiya nivîskarên Ereb tînin bîra mirov. Wisa jî ev nîşana wê yekê ye ku, hevbenda nivîskarên Sûriyeyê xwe aşkera li kêleka aliyekî siyasî dibîne. Ji ber van sedeman, em yên ku vê daxuyaniyê îmze dikin destjêberdana ji endametiya xwe ya vê rêxistinê aşkera dikin û van şêweyên cezakirin û gemkirina nivîskar û rewşenbîrên xwediyên dîtin û nêrînên cihê şermezar dikin.
Yên ku îmze kirine
– Ehmedê Huseynî – Endamê Rêveberiya Giştî
– Dr. Serbest Nebî – Endamê hevbendê
- Taha Xelîl ・ Endam・ hevbendê
– Ebdusselam Helûm – Endamê hevbendê
– Mihemed Silêman Zade – Endamê hevbendê
– Ciwan Teter – Endamê Hevbendê
– Taha Elhamid – Endamê Hevbendê
– Ibrahîm Ibrahîm – Endamê Hevbendê
– Abdulkader Mûsa – Endamê Hevbendê
– Ciwan Yûsif – Endamê Hevbendê
– Abbas Abbas – Endamê Hevbendê
– Sîhanok Yûsif Dîbo – Endamê Hevbendê
– Nezîr Melle – Endamê Hevbendê
– Mesûd Mihemed Ebas – Endamê Hevbendê
– Helîm Yûsiv – Endamê Rêveberiyê