23. Festîvala Çanda a Kurd a Navneteweyî, ku bi beşdariya deh hezaran mirovan li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk hat, peyamên girîng li dû xwe hişt.
SERKAN DEMÎREL
DUSSELDORF
yekşem, 6 rezberê 2015, 10:09
Bi deh hezaran mirovên di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de kom bûn peyama "Bi Rêberê azad re em neteweya demokratîk ava bikin" dan û bang kirin, ku Erdogan ê ji bo dîktatoriya xwe welat veguherandiye cihê kaosê, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de di sergoyê dîrokê de bê veşartin.
23. Festîvala Çanda a Kurd a Navneteweyî, ku bi beşdariya deh hezaran mirovan li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk hat, peyamên girîng li dû xwe hişt.
Navnîşana îsal a festîvalê, ji ber polîtîka hikûmeta Elman a li dijî Kurdan, mîna par Dusseldorf bû. Ji hemû welatên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan bi otobusan û wesayîtên şexsê, danê sibehê herikîn qada festîvalê.
Kurdistaniyan bi otobusên ku bi wêneyên Ocalan, alên KCK û YPG'ê xemilandin, reng dan bajarê Dusseldorfê û xwe gihandin qada festîvalê. Li qada festîvalê jî dirûşmên ji bo Ocalan deng veda.
Bandora qewimînên dawî yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê xwe di nava girseya gel a li qada festîvalê civiya bû de, nîşan dida. Girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan komkujiyên Erdogan li Bakurê Kurdistanê dike, şermezar kir.
FESTÎVAL BI RENGÊ JINÊ BÛ
Mîna her salê îsal jî jinan mora xwe danîn binê festîvalê. Bi deh hezaran jinên ku jin jê heftê hin jî panzdeh salî bûn, bi kincên xwe yên gelêrî qada festîvalê xemilandin. Jinan bi rengê xwe qada festîvalê veguherandin Kurdistanê.
COŞA KOBANÊ YA BÊ DAWÎ
Yek ji nuqteyên girîng ên mora xwe li festîvalê xist berxwedana Kobanê bû. Bi pankartên hatin vekirin, bi dowîzên hatin hilgirtin re bal hat kişandin ser berxwedana Rojava, bi taybetî jî Kobanê. Ruhê enternasyonal ê bi berxwedana Kobanê re derket holê, xwe di festîvalê de jî nîşan da. Komên sosyalîst çep ên Elman û Tirkiyeyî, li festîvalê stand vekirin û rastî eleqeyeke mezin hatin. Her wiha sirûdeke komeke Elman a bi Kurdî û Elmanî ji bo Kobanê amade kir, li qadê deng veda.
YÊN LI FESTÎVALÊ BAL KIŞANDIN
Daxwaza ku li qadê her li ser zimanê bi deh hezaran mirovan bû, daxwaza ji bo azadiya Ocalan bû.
Gelên li qada festîvalê bi peyamên xwe re nîşan da ku ew xwedî li xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê derdikeve. Bi vî rengî destnîşan kir ku dilê girseya li Ewropayê dijî, li Kurdistanê lê dide.
Tevî ku tevahiya rojê baran bariya jî, coşa girseya gel her dewam kir.
Peyamên siyasî yên ji aliyê Demîrtaş ve hat dayîn, di nava gel de bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Li gorî salên bihurî, tevlîbûna tevgerên çep ên Tirkiyeyê li festîvalê zêdetir bû.
Coşa Şoreşa Rojava ya bi berxwedana YPG û YPJ'ê derket holê, xwe li qada festîvalê jî nîşan da.
Sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin nehatin ji bîrkirin û hat xwestin ku komkujî were ronîkirin.
Her wiha şervanên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan nehatin ji bîrkirin û posterên mezin ên cangoriyan hatin vekirin.
Hêrsa li hemberî AKP, DAIŞ û Erdogan jî li qada festîvalê di asta herî bilind de bû.
Bang li her kesî hat kirin ku di hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de bikevin nava tevgerê û bi armanca bidawîkirina desthilatdariya Erdogan, dengê xwe bidin HDP'ê.
Li qada festîvalê tevî standên çand û hunerê standa gaziyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, bal kişand.
Mîna salên bihurî îsal jî tevlîbûneke zêde ya ciwanan hebû.
Dibe ku xala herî zêde li festîvalê derket pêş, coşa ku dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji qadê derket, rû da bû.