Li Ermenîstanê danasîna 3 pirtûkên dersên Kurdî

Li gundê Elegez ê bajarê Akbaran ê Ermenîstanê, pirtûkên li ser dersên bi zimanê Kurdî hatin amadekirin, bi merasîmekê hatin nasandin.

Bi armanca danasîna 3 pirtûkên ji bo dersên Kurdî (Kurmancî) hatin amadekirin, li gunde Elegez ê bajarê Ermenîstan Akbaranê merasîmek hat lidarexistin.

Di merasîma li Mala Muxtarê gundê Elegezê de, muxtar, midur û mamostenên 11 gundên li derdora Elegezê amade bûn. 

Civîn ji aliyê Serokê Şêwra Yekîtiya Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemît, Seroka Kurdistan Komîte Jînîka Qadir, Serokê Saziya Nivîskarên Kurd ên li Ermenîstanê, helbestvan û rojnamevan Elî Xanê Memê û Midûrê dibistana gundê Elegezê Wezîrê Avdal ve hat birêvebirin.

Qisekeran di civînê de bal kişandin ser girîngiya ziman û wêjeya Kurdî û xemsariya li pêşberî perwerdeya bi zimanê Kurdî hat rexnekirin. Hat ragihandin, ku her çend ji bo perwerdeyê pirtûk û materyalên pêwîst hatine amadekirin jî, daxwaz û nêzîkatiyeke têrker a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê nayê nîşandan.

Nivîskarê pirtûkên dersa bi Kurdî Serokê Saziya Nivîskarên Kurd ên li Ermenîstanê, helbestvan û rojnamevan Elî Xanê Memê di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser zor û zehmetiyên li pêşiya amadekirina pirtûkan û destnîşan kir, ku ew van pirtûkan diyarî berxwedana Cizîrê Botan dike.

BERXWEDANA CIZÎRÊ HAT SILAVKIRIN

Elî Xanê Memê diar kir ku di pirtûka xwe de wî gelekî qala Cizîra Botan, destana Mem û Zîn a Ehmedê Xanê kiriye û berxwedana gelê Cizîrê ya 9 rojan li hemberî hêzên çekdar ên dewletê nîşan da, silav kir.

Memê got, "Îro ji bo min du mizgînî hene. Yek jê pirtûkên min ên ji bo dersê amade ne û îro hatin nîşandan, ya duyemîn jî serketina berxwedana Cizîra Botan e."

Memê di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew pirtûkan diyarî cangoriyên Kurdistanê, bi taybetî yên Cizîra Botan dike.

...