Pêşnûme pirsa HDP'ê ya bi Kurdî hat redkirin
Yekemîn pêşnûme pirsa bi Kurdî ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim ve pêşkêşî Meclîsê hat kirin. Lê belê pêşnûme pirs hat redkirin.

Yildirim li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Di rewşeke ku li hemberî mafê herî bingehîn ê neteweyekê xweranegirtin heye de, gelo yên vî welatî bi rê ve dibin wê çawa Cizîrê bibînin?"
'XWEPARASTINA ÇANDÎ'
Yildirim anî ziman ku li ser gelê Kurd ne tenê zexteke fîzîkî heye di heman demê de zimanê Kurdî jî di bin zext û şîdetê de ye. Yildirim got, "Lewma, asîmîlasyona bi qedexe û astengiyan re li hemberî Kurdî tê kirin, şîdeteke din a li hemberî Kurdan e. Êrîşa li hemberî zimanê Kurdî êrîşa li hemberî civaka Kurd e. Ji ber ku, eger li hemberî van êrîşan ji bo zimanê dayikê her tişt neyê kirin, wê ziman winda bibe û bi windabûna ziman re wê civak tine bibe. Ji ber vê yekê Kurdî jî xwe diparêze. Ez ê jî di bin sîwana Meclîsê de bi xebatên xwe yên bi Kurdî re, vê xweparastinê bi pêş ve bibim."
Yildirim destnîşan kir ku pêşnûme pirsa wî di hefteya bihurî de pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê kiriye, encameke vê xweparastina çandî ye.