BI DÎMEN

Koma Berxwedan banga tevlîbûna festîvalê kir

Endamên Koma Berxwedan ên bi hefteyan e xebatên xwe yên ji bo festîvalê didomînin, beriya festîvala sibe ya li bajarê Dusseldorfê, prova xwe ya dawî kirin.

23. Festîvala Çand a Kurd a Navneteweyî, ku bi dirûşmeya "Ji afirînerê aştî û demokrasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, avakirina neteweya demokratîk" xwedî bernameyeke bi coş a çandê ye.

Endamên Koma Berxwedan ên bi hefteyan de amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê dikin, beriya festîvalê ji bo provaya dawî bikin, li bajarê Elmanya Kolnê civiyan. Di prova bi coş de hemû endamên Koma Berxwedan amade bûn û ji bo festîvala 5'ê Îlonê banga beşdariyeke xurt kirin.

Ji endamên Koma Berxwedana Hozan Diyar û Hozan Serdar, ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 5'ê Îlonê li bajarê Elmanya Dusseldorfê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan kirin.

'JI BO ŞIKANDINA TECRÎDA LI SER OCALAN EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Hozan Serdar got, "Weke ku tê zanîn îsal 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî li bajarê Dusseldorfê tê lidarxistin" û ev bang kir: "Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em serhildana gel a li Kurdistanê bi hev re silav bikin û roja Şemiyê li Dusseldorfê bin."

'GELÊ ME BI AWAYEKÎ TOPYEKÛN LI BER XWE DIDE'

Hozan Diyar jî banga tevlîbûneke xurt li festîvala 5'ê Îlonê ya li Dusseldorfê kir û got, "Weke Koma Berxwedan me hemû amadekariyên xwe kirin û em amade ne di 5'ê Îlonê de bi gelê xwe re li Dusseldorfê bin."

Hozan Diyar da xuyakirin ku gel li her cihî li ber xwe dide û got, "Li dijî dewleta mêtînger û li hemberî artêşên tecawizkar, gelê me ji bo rûmeta mirovahiyê biparêze bi awayekî topyekûn li ber xwe dide. Weke Kurdistanî û dostên wan ên li sirgûnê em di vê festîvala çandê de kom bibin û dengê xwe tevlî dengê berxwedana li Kurdistanê bikin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî vê festîvalê bibin."