JIN
Hemû Nûçe
-
'Pêwîst e jin di destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî rolek sereke bin'
Jinên Kurd û Suryanî destnîşan kirin ku ew ê avabûna Sûriyeyeke bêyî mafê jinan qebûl nekin û gotin, divê mafê jinan di hemû pêkhateyan de were parastin. -
TEV-DEM li ber cezayê darvekirinê rabû
Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li çalakvan Pexşan Ezîzî sûc e û tepisandina dengê guhertinê ye û banga betalkirina vî cezayê kir. -
Çalakiya li Sineyê: Divê her kes li dijî darvekirina Pexşan Ezîzî rabe
Jin û xizmên girtiyan ên li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî bang kirin û gotin, “Divê her kes li dijî darvekirina Pexşan Ezîzî rabe.” -
Pisporên NY’ê: Cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
Pisporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî cezayê darvekirinê yê ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatiye birîn, şermezar kirin û diyar kirin ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî yên mafên mirovan e. -
Kongra Star: 20 sal in em bi fedakarî û lehengî têdikoşin
Kongra Star ji ber salvegera 20'emîn a damezrandina xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî neteweperestî, olperestî, zayendîperestî û dagirkeriyê 20 sal in ew bi lehengî û fedakarî têdikoşin. -
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê dewam dike
Ji bo parastina Bendava Tişrînê û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên lis er bendavê, çalakiya nobedê ya gel dewam dike. -
Şehîdên Parîsê li Kolombiyayê hatin bîranîn
Li paytexta Kolombiya Bogotayê, jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Berxwedana li Rojava jî hate silavkirin. -
Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur piştgirî dan Pexşan Ezîzî
Tora Hevgirtina Jinan a Asyaya Rojava (WANA) û Tora Piştevaniyê ya Afrîkaya Bakur (WWSN), ji bo rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ya ku Îranê derbarê wê de biryara darvekirinê dayî bangawazî kirin. -
Ebadî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
Çalakvanê mafên mirovan Şîrîn Ebadî ku xelata aştiyê ya Nobelê wergirtiye, erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, şermezar kir. -
Şehîd Sara sembola berxwedan û baweriyê ye
Gerîlayên jin ên ku li ser xeta şehîd Sara têdikoşin, zor û zehmetiyan hemûyan ji pêşiya xwe radikin û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin. -
Ferîde Alkan: Em ê bi têkoşînê hesabê komkujiyên Parisê bipirsin
Endama Fermandariya Konseya Leşkerî ya YJA Starê Ferîde Alkan li ser lihevkirina NATO û MÎT'ê sê şoreşgerên jin hatin şehîdxistin û got: “Di dil û mejiyê Tevgera Azadiyê û gelê me de kujer zelal in. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin" -
DEM Partî ji bo Pexşan Ezîzî li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ye
Meclisa Jinan a DEM Partiyê cezayê darvekirinê yê li ser aktivîst û rojnamevan Pexşan Ezîzî li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protesto kir. -
Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş hat lidarxistin. -
Komek ji jinên Ûgandayî YPJ silav kir
Komek ji jinên Ûgandayî bi peyamekê berxwedana YPJ'ê silav kir. -
Li Şengalê 1’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan destpê kir
1’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê li Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê, destpê kir. -
Şehîdên Parîs û Silopiyayê li gelek bajaran hatin bibîranîn
Aktivîst û şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn. -
Şehîd Fîdan Dogan hate bîranîn
Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan ku li Parîsê li gel Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Sakîna Cansiz li Dersimê li ser gora xwe hate bîranîn
Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Di salvegera komkujiya Parîsê de li Qamişloyê meşa girseyî ya jinan
Bi pêşengiya Kongra Star bi hezaran jinên ji bajarê Qamişloyê di salvegera komkujiya Parîsê de daketin qadan û meşiyan. -
Kongra Star: Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşve gavê neavêjin
Kongra Star endama rêveberiya Civata Jinê ya Zenûbiyayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed bi bîr anî û got, "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkoşîna rewa paşve gavê neavêjin." -
Li Dersimê bîranîna komkujiya Parîsê: Kes nikare vê têkoşînê bi dawî bike
Rêxistina Dersimê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) sê jinên şoreşger bi bîr anî ku beriya 12 salan li Parîsê hatin qetilkirin. Di bîranînê de hişyarî hate dayin ku têkoşîn wê bê mezinkirin û kes nikare bisekinîne. -
KBDH: Ji Rosayan heta bi Sarayan jinên berxwedêr wê bi ser bikevin!
KBDH'ê têkoşîna jinên li Parîsê hatin qetilkirin silav kir û got, "Ji Rosayan heta bi Sarayan jinên berxwedêr wê bi ser bikevin." -
YJA Star: Em ê têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî bi ser bixînin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 12'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî bi ser bixînin. -
'Şehîd Sara ji bo me Xwedawenda berxwedanê ye'
Ji fermandaran Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, şehîd Sara hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe wate da têkoşîna azadiyê. -
'Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan werin parastin'
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî yên li Rojava Hediya Şemo diyar kir ku divê pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk xala bingehîn be û got: "Wek jinên Êzidî pêwîst e di destûra Sûriyeya nû de mafên jinan werin parastin."