Dewleta Tirk bombeyan li gundên Minbicê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe serê sibehê bombe li gundên li bakurê Minbicê barand.

Li gorî agahiyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, îro serê sibehê saet di 05:30'î de herî kêm 21 topên hawanê li gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên li bakurê Minbicê ketin. Bi dema herêmî heta saet 10:20'î jî êrişan dewam kirin.

Dagirkeran her wiha bombe li gundê Şêx Îsa yên li Şehbayê barandin. Têkildarî bombardûmanê agahî bi dest neketin.