KJK: Heta ku kujer hesabê didin, divê gelê me li ser piyan be

Koordînasyona KJK’ê wiha got: “Jin, ciwan û hemû gelê me divê li dijî komploya 23’ê Kanûnê ne tenê di 23’ê Kanûnê de, heta ku kujer hesabê didin divê li Ewropa, Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li ser piyan bin û têkoşînê mezin bikin.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîsîkî weşand.

Daxuyaniya bi sernava “Ji bo hemû jin, gelê me yê welaparêz û raya giştî ya demokratîk ku li ser rêya jiyana azad dimeşin” bi vî rengî ye:

“23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê kujerê bi navê Wîllîam ve li dijî Navenda Çanda Kurd û kargehê komkujiya 2’emîn a Parîsê pêk hat. Di vê komkujiyê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Azad a Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil şehîd bûn. Em di şexsê van şehîdan de, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armanca van şehîdên xwe yên hêja bi ser bixînin.”

EVÎN GOYÎ JI PÊVAJOYA ARTÊŞBÛNÊ RE PÊŞENGÎ KIR

Weke jinên Kurd di her dema dîrokê de berxwedana me li dijî mêrê desthilatdar û mêtinger çêbûye. Botan yek ji qadên me ye ku ev berxwedan di şexsê jinê de lê gihiştiye lûtkeyê. Lewma jinên Botanê her tim bi cesareta xwe hatine bîranîn, berxwedan û neteslîmbûna wan ji hemû Kurdistanê re bûye îlham. Heval Evîn Goyî jî di nava vê kevneşopiya berxwedanê de ji dayik bûye û mezin bûye. 32 salên xwe diyarî şoreşa Kurdistanê û jinê kiriye. Di van salên têkoşînê de li kudera Kurdistanê pêwîstî hebûya, hevrê Evîn bêyî teredut berê xwe daye wê deverê. Weke jineke ku derbasî qada perwerdeyê ya Rêber Apo bûye, xwe di felsefeya azadiyê û rastiya Rêbertî de kir pispor. Xeta têkoşînê ya Rêber Apo gihandiye hemû qadên ku ew derbas bûyê. Bi çavê jinê li hemû xebatan dinêrî. Rengê jinê tevlî hemû xebatan kir û bû yek ji parêzvanên herî hêja ya xeta azadiya jinê. Ji pêvajoyên parîtîbûn û artêşbûnê ya tevgera jina Kurd a azad re pêşengî kir û di hemû pêvajoyan de bi rola xwe rabû. Gotina Rêber Apo ya ‘yê ku fikrê wî/ê ne ya me be, pratîka wî/ê jî ne ya me ye’ di jiyana xwe de şênber kir. Xwe di aliyê bîrdozî de kir pispor û di wezîfeyên pratîk de jî heqê vê bîrdoziyê daye. Bi ked û mîrateya wê îro li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA Starê pêşengiyê ji berxwedanê re dikin û li dijî dijmin şer dikin. Her tim xwe bi bîrdoziya azadiyê pêş xistiye û nû kiriye. Li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şerê jiyana azad û bi rûmet li herî pêş meşand. Şoreş di nava şoreşê de kir û pêşengî kir ku Şoreşa Rojava bibe şoreşeke jinê.

DI ŞEXSÊ HER DU MIROVÊN ME DE, ÊRÎŞÎ WELATPARÊZÎ Û ÇANDA KURD HATIYE KIRIN

Mîr Perwer ê ku di komkujiyê de hatî şehîdkirin, li dijî qirkirina çandî ya dijmin li Ewropa di nava xebatên çandî de cih girt, ziman û hunera xwe parast û li dijî qirkirinê têkoşiya. Abdûrrahman Kizil jî her tim li Ewropayê di nava têkoşînê de cih girtiye û nirx û çanda xwe parastiye. Bûye nûnerê welatparêziyê. Li Ewropa qebûl nekiriye ku ji Kurdistanê dûr bibe, dilê wî her tim li Kurdistanê lêdixist û xeyal kiriye ku teqez rojekî vegera welatê xwe. Dewleta Tirk a faşîst di şexsê van her du mirovên me de êrîşî welatparêzî û çanda Kurd kiriye.

Dewleta Tirk a faşîst di demekî ku li her devera cîhanê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dihat berzkirin de, ev komkujî pêk anî, ji ber ku kujerê jiyana azad û jinê ye. Kadroyên Tevgera Jina Kurd a Azad û welatparêzên me qetil dike. Bi vî rengî Rêber Apo, jinên Kurd û hemû gelê me hedef nîşan dide. Dixwaze bi van komkujiyan me bitirsîne û me bêyî têkoşîn bihêle.

Fermana vê komkujiyê ji aliyê dîktatorê faşîst Erdogan ve hatiye dayîn. Ji aliyê MÎT û Hakan Fîdan ve hatiye pêkanîn û wezîfeya kujeriyê jî dan faşîstê bi navê Wîllîam. Dîrokê car din nîşan daye ku qanûnên hemû welatên Ewropayê ku îdîa dikin li ser hêmanên mafên mirovan, edalet û wekheviyê ava kirine, dema mijar dibe gelê Kurd nayên pêkanîn. Dewleta Fransa dema mijar dibe berjewendiyên wî yên siyasî, pişta xwe daye qanûnên xwe yên zêdeyî 200 salan. Tevî ku 10 sal li ser komkujiya 9’ê Çileya 2013’an derbas bûye, komkujî ronî nekiriye û bûye hevkarê komkujiya 2’emîn a Parîsê.

DIVÊ EWROPA, BAKUR, BAŞÛR, ROJAVA Û ROJHILAT LI SER PIYAN BE

Em weke hevrêyên Evîn ên têkoşînê soza xwe dubare dikin ku em ê her tim meşaleya jiyana azad a ku me ji Evînan wergirtî, bihilgirin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li bîranînên van şehîdên me yên hêja derbikevin. Dilsoziya herî rast encex bi pêkanîna xeyal û armancên wan mumkun e. Di serî de jin divê hemû Kurd li Kurdistanê û Ewropayê parastina xwe ya cewherî rêxistin bikin û ji bo avakirina paradîgmaya jiyana azad a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, bixebitin. Divê rêxistinbûna xwe xurt bikin da ku bikarin pêşî li van komkujî û komployan bigirin û hesabê ji komplogeran bipirsin. Jin, ciwan û hemû gelê me li dijî komploya 23’ê Kanûnê ne tenê di 23’ê Kanûnê de, heta ku kujer hesabê didin divê li Ewropa, Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li ser piyan bin û weke şopdarên dozê têkoşînê mezin bikin.”