Fîgen Şahîn a di greva birçîbûnê de: Em ê bi ser bikevin

Fîgen Şahîn ku li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye, got: ‘’Em ê bibin bersiva vê pêvajoyê. Wê serkeftin a me be.’’

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 27’ê Mijdarê de hatibûn destpêkirin, berdewam dikin.

Fîgen Şahîn a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî ye û gotiye ku ew silavên xwe li hemû girtiyên di grevê de dike û diyar kiriye ku rewşa wan baş e.

Fîgen Şahînê ev yek jî anîne ziman:

"Kelacaneke mezin heye. Ez silavên xwe di serî de li Rêber Apo û gelê me yê welatparêz û hemû hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne, dikim. Hevalên me ji bo 'Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd' dest bi greva birçîbûnê kirine. Me jî li gel Cîhan Onerî dest bi greva birçîbûnê kir. Rewşa me pir baş e. Li hemû girtîgehan jî rewş wiha ye, baş e. Em hemû jî heman tiştî hîs dikin. Em dê bi vê baweriyê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Bi vê kelecanê silavên xwe li hemû hevalên kedkar û hemû gelê Kurd dikim. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Wê serkeftin a me be."