Li Amed û Enqereyê 2 jin hatin qetilkirin

Li Amedê Medîne Polat û li Enqereyê jî Nûrsena Kozan, şevê din ji aliyê mêrên nêzî wan ve hatin qetilkirin.

Duh bi şevê li navçeya Bajarê Nû ya Amedê li naverasta kolanê li dijî jina bi navê Medîne Polat êrîşa çekdarî hate kirin. Li ser agahiya kesên li derdorê Polat rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Tevî hewldanan jî Polat jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Polat ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku têkildarî qetilkirina Polat, hevjînê wê M.P. hate binçavkirin.

Jina bi navê Nûrsena Kozan (25) jî şevê din li Taxa Tandogan a Sîncan a Enqereyê rastî êrîşa mêrekî bi navê Ş.Ş. ku hev berdabûn hat. Kozan, ku li nexweşxaneyeke taybet dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Êrîşkar Ş.Ş. jî hate binçavkirin.