Li Belçîkayê sedî 95’ê jinan xwe li kolanan bi ewle hîs nakin

Li gor ankêta li Belçîkayê çêbû, sedî 95’ê jinan xwe li kolanan bi ewle hîs nakin.

Li gorî anketa ku roja Înê ji hêla Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Li hember Tacîza Kolanan Rabe Ser Pêyan, ku ji hêla Right to Be û L'Oréal Paris ve hat lidarxistin, ji sedî 95’ê jinan dibêjin ku li kolanên Belçîkayê xwe di talûkeyê de hîs dikin.

Ji pêncan yekê jinên beşdarî anketê bûne û yek ji sêyan jî li paytext Brukselê ne, diyar dikin ku li kolanan tên şopandin.

Damezrînera înîsiyatîfa ku bi hevkariya komeleya Touche Pas À Ma Pote pêk tê Bea Ercolînî bi gotina "Mafê her kesî ye ku bê tirs û bi awayekî azad tevbigere" ewlehiya jinan diparêze.

Li seranserê Belçîkayê, ji sedî 15’ê jinan kêm caran an jî xwe qet di qadên giştî de ewle hîs nakin.

Li Valonê ku zimanê Fransî serdest e ev rêje dibe ji sedî 23. Li gorî anketê ji sedî 83’ê jinan dibêjin ku li kolanên Belçîkayê rastî tacîzê hatine û ji sedî 80’ê wan jî bûne şahidê bûyerên bi vî rengî. Tundiya devkî û tacîz li Vallonê hema hema bandor ji çar jinan yekê dike.

Li Belçîkayê jin, di wê hêviyê de ne ku saziyên fermî bêhtir çalaki pêk bînin. Ji sedî 90’ê jinên beşdarî anketê bûne dixwazin ku polîs û berpirsiyar zêdetir girîngiyê bidin vê pirsgirêkê û cezayên qanûnî yên tundtir bisepînin.