Li girtîgehên li Rihayê 35 girtî hatin sewqkirin

Ji girtîgehên Tîpa T a Hejmar 1 û 2 ên li Rihayê, 35 girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

LI GIRTÎGEHAN SIRGÛN

Di nava 45 rojan de li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa T ên Rihayê 35 girtiyên siyasî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Li gel ku daxwaza girtiyan nebûn jî hatine sewqkirin û ji bo sewqkirinê tu sedem nehatine nîşandan. Sewqên ku êdî her hefteyê tên kirin, bêyî agahiya malbatan tên kirin.

Gelemperiya girtiyan sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hatin kirin. Di nava girtiyên hatine sewqkirin de girtiyê bi navê Abdulmecît Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye û tehliyeya wî ji hêla Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin û Baran Karak û Serkan Balî yên di 9’ê adarê de li Pirsûsê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin jî hene.

NAVÊN KESÊN HATINE SIRGÛNKIRIN

Navên girtiyên di nava 45 rojan de ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê hatine sewqkirin û girtîgehên lê hatine veguhestin wiha ne: “Lokman Ayebe - Êlih, Mûstafa Muslum (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye), Îsmaîl Taşar - Erzîngan, Alî Ulutaş - Antalya, Îdrîs Duruk-Tarsus, Mehmet Duvar - Antalya, Mahmut Ongor -Antalya, Huseyîn Doymaz - Erzirom, Abdulmecît Yuksekbag - Erzirom, Celal Ercan - Edene, Lokman Ayebe - Aksaray, Zekeriya Al Muahmmad (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) - Erzîngan, Îbrahîm Kurt - Erzirom, Mahmut Tutal-Erzîngan, Keleş Celal (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) - Erzîngan, Muhammed El Îsa - Samsun, Selamî Çîftçî - Ereglî ya Konyayê, Fadil Tokay - Erzirom, Cîhat Osman (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) - Erzirom, Cafer Cengîz, Huseyîn Arslan, M. Emîn Korkmaz, Emîn Çetîntaş, Abdulselam Demîr - Erzîngan, Kenan Dogan - Erzîngan, Cuma Îbrahîm - Erzîngan, Halîl Îbrahîm - Erzîngan, Baran Karak - Erzîngan û Serkan Balî - Erzîngan.”

Navên girtiyên di nava 45 rojan de ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê hatine sewqkirin û girtîgehên lê hatine veguhestin wiha ne: “Mehmet Akîf Karadaş - Erzîngan, Emîn Guler - Xarpêt, Muhlîs Albay - Erzîngan, Doze Salih Temo (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) - Erzîngan, Sitki Kurtoglu - Xarpêt û Huseyîn Muhammed (Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) - Erzîngan.”