Li Riha û navçeyên wê terora polîsan: Herî kêm 14 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk di saetên siharê de li Riha û navçeyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, herî kêm 14 kes binçav kirin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, serdegirtin li navenda Rihayê û navçeyên wê Curnê Reş, Hewag û Wêranşarê pêk hatin.

Di serdegirtinan de, rêveberên navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên meclîsa ciwanan jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Rihayê ve tê meşandin de, pêk hatin.

Nayê zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi çi tên sûcdarkirin. Fikar heye ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Ji binçavkiriyan ên navê wan hatin zanîn ev in: Curnê Reş: Muzaffer Akcan û Bunyamin Demir. Navend: Şirin Aktaş, Leyla Daghan, Meyaser Korkmaz, Kemal Çakmak ve Nûh Albayrak. Hewag: Rêveberê Navçeyê yê DEM Partiyê Huseyin Aslan, Kemal Aslan, Mehmet Aslan, Mehmet Emin Açikgoz. Wêranşar: Îsmaîl Topkan, Serhat Îşlek, Aziz Taşkin.