Endama KJAR’ê li girtîgeha Evîn tê ragirtin

Hat hînbûn ku Endama Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku nêzî 5 meh in agahî jê nayê girtin, li girtîgeha Evîn ya Tahranê tê ragirtin.

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 26’ê Îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin û çarenûsa wê nediyare. KJAR’ê bang li raporterê NY’ê yê Îranê û saziyên navneteweyî kir ku ji bo zanîna çarenûsa Ciwana Sine karên pêwîst bikin.

Li gorî daxuyaniyek Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê Werîşe Mûradî niha li girtîgeha Êvîn ya Tahranê tê ragirtin û di dema girtinê de malbatê kariye tenê carek hevdîtinê pêk bîne û rê nehatiye dayîn ku parêzer wê bibînin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin; “Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî piştî hate binçavkirin, biribûn îdareya Îtalat ya li Sine û nêzî du heftiyan hatiye êşkence kirin. Di dawiya meha Tebaxê de Werîşe Mûradî ji Sine veguhestine girtîgeha Êvîn ya li Tahranê.”