Dozeke nû li dijî çalakvana girtî Nergîs Mihemedî hat vekirin

Hat ragihandin ku xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgîs Mihemedî ku ji sala 2021’an û vir ve li Îranê tê girtin, wê roja Sêşemê careke din were darizandin û ihtîmala ku cezayeke nû yê girtîgehê bidin Nergîs Mihemedî zêde ye.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê malbata Mihemedî ve hat dayîn, doza ku wê di 19’ê Kanûnê saet 10.00’an de li Dadgeha Şoreşê ya Tehranê were dîtin,  ji dema xelatgirtinê heya niha wê bibe doza wê ya yekem. Malbatê diyar kir ku ji ber sedemên siyasî û ewlehiyê înfaza cezayî wê li derveyî Tehranê were kirin.

Li gorî hesabê fermî yê Nergîs Mihemedîyê yê platforma X’ê, heya niha sûcên wê nehatine eşkerekirin, lê belê hat ragihandin ku ev dosya têkildarî “çalakiyên” xelatgirê yên li li girtîgeha Evînê ye. Her wiha tê zanîn ku ev cara sêyem e ku dozeke bi heman rengî li Nergîs Mihemedî tê vekirin.

Nergîs Mihemedî ku 13 caran hatiye binçavkirin û ji sala 2021’an û  heya niha di girtîgehê de ye,  li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bû yek ji sembola navdar a serhildana “Jin Jiyan, Azadî”

Nergîs Mihemedî ku li Parîsê dijî û ev çend sal in hevjîn û zarokên xwe nedîtiye, li gorî agahiyên malbata wê ji 29’ê Mijdarê û heya niha nikare telefonê bike. Heya wê demê tenê bi xizmên xwe yên li Îranê re ketiye têkilîyê û bi saya vê yekê peyamên xwe li ser medyaya civakî didan.

Malbata wê di 10’ê Kanûnê de li Osloyê li ser navê wê Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt. Di merasîma xelatdayînê de nivîsek ji alîyê zarokên wê ve hate xwendin û di nîvîsê de ev peyam hat dayîn: "Ez jineke Îranî me ku mexdûrê zilm û zexta rejîma olî ya zalim im. Gelê Îranê wê bi xîret û tekoşîna xwe li hemberî zext û desthilatdariya faşîst bi serbikeve.’’