JIN
Hemû Nûçe
-
Werîşe Muradî: Êriş li dijî tevahiya civakê ye, lê berxwedan wê bi ser bikeve
Siyasetmedara Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê li Îranê lê hatiye birîn, got "Hewl didin civakê bi temamî mehkûmî zext û darvekirinê bikin. Lê belê berxwedan wê bi ser bikeve." -
Nameya Jinan: Rêveberiya Xweser nas bikin
Bi sedan jinan name ji saziyên navneteweyî re şandin û gotin, “Em bang li civaka navneteweyî û hemû aktorên siyasî dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bikin.” -
Jinên Kenyayî herî zêde di sala 2024'an de hatin qetilkirin
Li Kenyayê di sala 2024’an de herî kêm 170 jin bûn mexdûrên tundiya mêran. Ev hejmar di sala 2023’yan de 95 hatibû tomarkirin. -
'Jiyana li Kobanê hate hûnandin, ji bo jinan bû çavkaniya sûdwergirtinê'
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê bi wesîleya salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û got, "Jiyana li Kobanê hate hûnandin, ji bo jinan hemûyan bû çavkaniya sûdwergirtinê." -
KJAR’ê banga xwedîderketinê li rûmet û hebûnê kir
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), destdirêjî û kuştina zaroka keç a 6 salî Niyan Chalabianî bi tundî şermezar kir û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku bi yek dengî, hevgirtî û bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ dakevin qadan.” -
Kongra Star: Em li dijî cezayên îdamê çalakiyan bidomînin
Meclîsa Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heta cezayê darvekirinê were betalkirin.” -
'Êdî em ê destûrê nedin ku jiyana me bê dizîn û tine were hesibandin'
Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) bi daxiyaniyekê rewşa Iraqê û guhertina zagonan nirxand û guhertina van zagonan red kir. -
Zozan Sîma: Têkoşîna bihêz rê li ber diyalogê vekir
Endama Akedemiya Jineolojiyê Zozan Sîma diyar kir ku jinan di hemû deman de di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girtine û da zanîn ku dewleta Tirk piştî ku nekarî têkoşînê têk bibe, berê xwe da gotinên “diyalogê”. -
Rojnamevana girtî Reyhan Hacioglû: Çapemeniya azad di her şert û mercê de li ber xwe dide
Rojnamevan Reyhan Hacioglû ku di operasyonên navend Stenbolê hate binçavkirin wiha got, “Çapemeniya azad di her şert û mercê de dinivsîne û li ber xwe dide.” -
Li Hesekê jin daxwaza azadiya Pexşan Ezîzî kirin
Rêxistina Kongra Star a Kantona Hesekê biryara darvekirina jina siyasetmedar a Kurd Pexşan Ezîzî protesto kir û azadiya wê xwest. -
Nêrgiz Mihemedî: Îran dixwaze jınên azadîxwaz paşde gav biavêjin
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku dewleta Îranê bi darvekirinan dixwaze jinên azadîxwaz paşde gav biavêjin û tola berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hilîne. -
Berxwedana YPJ'ê: Ji Serêkaniyê heta bi Tişrînê
YPJ ku di têkoşîna azadiyê ya jinan de bi roleke girîng radibe, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re di heman demê de pêşengiyê ji berxwedana li Bendava Tişrînê re dike. -
YJK-S: Em ê ji bo parastina Şoreşa Jinê li qadan bin
Jinên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, wê 25’ê Çileyê li dijî êrîşên dewleta Tirk dakevin qadan. -
Meclîsa Jinan a DBP'ê: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
Meclîsa Jinan a DBP'ê got, "Divê Abdullah Ocalan azad bibe, ku pêvajo bi rengekî ji dil bê meşandin. Aştî û azadiya jinê bi pêvajoyeke danûstandinê ya bi Birêz Ocalan dibe." -
TJK-F’yê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarên Parîs, Marsîlya, Strasboûrg, Reîms û Bordeaûxê banga tevlîbûna çalakiyan kir. -
'Em ê destketiyên jinan biparêzin'
Berdevka Kombûna Jinan a Zenobiya Xûd El Îsa destnîşan kir ku jin bi biryar in destketiyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. -
'Şehîd Menîce Heyder di avakirina tevgera jinê de bi roleke girîng rabû'
Kongra Star êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan şermezar kir û ji bo endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê ya ku di êrîşa li Tişrînê de şehîd bû, got "Di avakirina tevgera jinê de bi roleke girîng rabû." -
Jin li hemberî dagirkeriyê ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan
Jinên li navçeya Pirsûs a Rihayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civiyan, ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan. -
Hevdîtina 10 girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê hatin qedexekirin
Girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê ragihandin ku 10 girtiyên siyasî yên jin Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nav de mafê wan ê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re hatiye qedexekirin. -
CFWIJ’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
CFWIJ’ê li hemberî binçavkirina xebatkarên Çapemeniya Azad nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku çapemeniya Kurd bi zilmek mezin re rû bi rû ye. -
TJK-E: Em banga xwedîderketinê li berxwedana Rojava dikin
TJK-E ji bo çalakiyên 25 û 26’ê Çileyê ku wê bên lidar xistin banga tevlîbûn û xwedîderketinê li berxwedana Rojava kir. -
Du girtiyên siyasî yên li Tehranê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
Girtiyên siyasî yên li Îranê Anîşa Esed Îlahî û Hûra Nîkbext, ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li rojnamevan û aktîvîst Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bang li her kesî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. -
ROJIN: Em hevgirtina xwe xurt bikin
ROJIN, nerazîbûn nîşanê terora dewleta Tirk a li ser rojnamevanan da û bang li saziyên çapemeniyê kir û got, “Hevgirtina xwe ya bi rojnamevanên Kurd ên ku neçar dimînin di siya êrîşên dewleta Tirk de bixebitin re xurt bikin.” -
Li Hewlêrê jinek hat qetilkirin
Li Taxa Fermanberan a Hewlêrê jinek ji aliyê birayê xwe ve bi kêran hat qetilkirin. -
KJK: Divê her kes bi ruhê serhildanê rabe ser piyan!
KJK’ê ragihand ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi balafirên şer, balafirên bê mirov û çekên giran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir diken û bang li her kesî kir ku bi ruhê serhildanê rabin ser piyan.