KJAR’ê banga xwedî derketina li girtiyên siyasî kir

KJAR’ê bal kişand ser zextên li ser girtiyên siyasî û got, “Girtîgeh, kelehên têkoşîn û berxwedanê ne. Em ê ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bidomînin û ji hemû aktivîstên sivîl û siyasî dixwazin ku bibin dengê girtiyan.”

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), têkildarî girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin, her wiha zextên li ser girtiyên jin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye, tirs xistiye nava hikûmeta Îranê û wiha hat gotin, "Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku enerjiyê da jinan, tevî hemû zextan jî berdewam kir. Di van rojên dawî de bi nûçeyek ku hat weşandin hat diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan a bi cezayê muebetê çend sal in girtî ye; careke din kirine bin lêpirsînê. Li ser vê yekê hemû kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, fikarên xwe anîn ziman. 16 sal in Zeyneb Celaliyan tevî hemû êşkenceyên hikûmeta faşîst a Îranê paşve gav navêtiye.

Zeyneb Celaliyan niha li girtîgeha Yezdê ye. Nexweşiyên wê hene. Di devê wê de birîn heye, nezleya çav, nebaşbûna dîtina çav, bêhntengî, hezimnekirin û nexweşiyên gurçikan pê re hene. Tevî van hemûyan jî nayê dermankirin û her ku diçe ronahiya çavên wê kêm dibin. Êrîş û şîdeta li ser Zeyneb Celaliyan bi salan e didome peywirdarên Wezareta Enformasyonê bi salan zexta poşmaniyê lê ferz kirin, lê 16 sal in tevî hemû zextan jî berxwedana xwe didomîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Îranê ti carî bi zextan negihîştiye armanca xwe û hate destnîşankirin ku dewlet a dijberî jinan, jinên ku di warê nasname, hebûna xwe diaxivin li hemberî xwe weke astengiyê dibîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me yên weke Werîşe Mûradî, Golrokh Ebrahîmî Iraeî, Azîzî Phrafan û Nergîs Muhammedî di vê pêvajoyê de çalak bûn nêrînên xwe di warê nasnameya jinan, hebûn û mafên wan de anîn ziman. Rejîm bi lêpirsîn, zextên li ser malbatan, sansur û hwd. şerê psîkolojîk li dijî jinan didomîne. Girtîgeh bûne awêneya civakê. Mal, bajar, kolan û her der bûye cihê berxwedanê û bi hev re girêdayî ne. Ne darvekirin, ne cezayê muebetê û ne jî êşkence wê armancên rejîmê pêk neynin. Lewre dîrokeke dirêj a berxwedana jinan û girtîgehan heye. Me dît ku li çar aliyên Îranê civaka ku ji azadiyê hez dike çawa bû dengê jinên çalak.

Li aliyê din di nava hefteyek de piştî ku Azîzî Phrafan birin girtîgeha Evînê, bi nûçeyek ku hat weşandin diyar bû ku jina ciwan Samîra Sabzian cezayê darvekirinê girtiye. Samîra jineke ciwan e û deh sal in di girtîgehê de ye. Ew dayika du zarokan e, hikûmeta dijberî jinan a Îranê, hewl dide wê bi darve bike.

KJAR’ê her dem bawer kiriye ku girtîgeh, kelehên têkoşîn û berxwedanê ne. Di têkoşîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de gelek jinan xwe feda kirin. Em diyar dikin ku, em ê ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bidomînin û ji hemû aktivîstên sivîl û siyasî dixwazin ku bibin dengê girtiyan."