PAJK: Serketina li dijî şerê taybet tenê bi xeta şerê gel ê şoreşgerî dibe

Koordînasyona PAJK'ê: Ji bo me serketin; li dijî şerê taybet bi ferzkirina şerê şoreşgerî dibe.

Koordînasyona PAJK'ê li ser malpera xwe ya înternetê nirxandinek weşand, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd û hêzên azadîxwaz û got, "Serketina ji bo me; li dijî şerê taybet ê giran, bi ferzkirina şerê şoreşgerî yê giran dibe."

Nirxandina Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî ye:

Ji roja pergala dewletparêz a serdêstiya mêr ava bû û hetanî roja me ya îro hebûna xwe timî bi şeran ve parastiye. Bi dirûşmeya çiqas zêde şer ew qas zêde daneheva desthilatdariyê re tevgeriyaye, di vê mijarê de her cûre rêbaz di şerên xwe de bikar anîne. Di nava  wan rêbazan de ya herî qirêj û ya ku bi şêweyê herî nepenî hatiye meşandin jî şerê taybet e. Rêbazên şerê taybet ên ku piranî bi dawiya sedsala 19’an re navendên desthilatdar ji bo temenên xwe hê zêde dirêj bikin, di şerên ku rêvebirin de bikardianîn; çiqas ber bi roja me ve hatiye, timî zêde bûne. Bi taybet jî navendên desthilatdar ên ku piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn bi navê tekoşîna li dijî komunîzmê ve hemû tevgerên çep û sosyalîst hedef dikirin, şerê taybet wek rêbazek bingehîn bikar anîne. Hêzên ku di bin serkeşiya NATO’yê de xwe rêxistin kirin ji bo şerê taybet saziyên cûr be cûr ava kirin, bi hêzek nepenî û tarî ya wekî Gladîoyê ve ji her welatekê re rêxistinên xweser pêşxistin û rêvebirina ji navendekê ya şer domandine. Arguman, çek û rêbazên cur be cur di vî şerê qirêj û veşartî ya ku li hember hemû civakê îlan kirî de, bikaraniye. Armanç ewe ku hemû civakê bê îrade bihêle û radest kirina wan a ji desthilatdariyê re hêsan bike. Bi taybet şerên ku di roja me de Şerê Cîhanê yê 3’emîn gurbûyî, giranî bi rêbazên şerê taybet ve tên rêvebirin, konseptên tune kirinê di vê çarçoveyê de tên pêşxistin. Wekî ku şer veguhezînin nava hemû civakê û hewl bidin têk neçûyîna têgihiştina desthilatdariyê bidin erê kirin.

Navendên bingehîn ên ku ji destpêkê û hetanî roja me naguherin yên şerê taybet, rêxistinên şoreşger û tevgerên gerîla ne. Her çiqas welat, netew, tevger biguherin jî ji ber ku rêbazên şerê taybet di yek navendê de tê rêvebirin, wek heyî tên bikar anîn. Armanca li ser wan hemû tevgeran an tevahî tune kirin an jî bi rizandinê ve tevî pergalê kirine. Hewldana girseya rêxistinî ya wan tevgeran hişk bikin, bi hedef kirina rêberên wan re rêxistinan belav bikin, xwestine bi kuştinên kiryarên wan ne diyar û kuştinên tarî ve pêla tirs û kaosê ava bikin, li ser kadroyên wê yên pêşeng polîtîkayên xistin û teslîm bûyînê pêşbixînin, bi belav kirina pergalê re li ser bingehê afirandina tevlîheviya mejî ya kadro û gelê ku bawerî bi tevgerê anîn, bidin çêkirin. Ango bi şere ne qanûnî ya ku bûye lingên bingehîn ê şerê taybet re şerek bêpergal rêvebiriye, dema ku fersend dîtiye bi tevgerên derqanûnî ve darbe li dar xistiye, bi şerê derûnî, her cûre xebatên ajîtasyon-propaganda re jî nêveng xumamî kiriye û bi hewldanên saloxgeriyê ve jî hemleyên dij şoreşger plan kiriye. Ev cûre pêkanînên ku li ser hinek tevgerên şoreşgerî jî ba dewletan encam wergirtiye.

Rejîma dewleta Tirk a faşîst a ku ji avabûyîna xwe û hetanî îro xwe wek rejîmek şerê taybet rêxistin kirî jî bûye yek ji wan hêzên rêveber a wan polîtîkayên bingehîn. Bitaybet jî xwestine Ermenî, Suryanî, Kurdan, Elewiyan ji qirkirinên fîzîkî re derbas bikin û desthilatdariya xwe mayînde bikin. Lê ji aliyê Kurdan ve ev rewşa şer, bi rêbazek hê taybet ve hatiye destgirtin. Tenê bi qirkirinên fizîkî re sînordar nemaye, li ser bingehê teslîm girtinê qirkirina çandî jî bûye rêbaza bingehîn a ku pêktê. Hemû polîtîkayên ku pêktînin, ji bo qirkirina çandî pêkbê bûne rêbazên şerê taybet. Her çiqas ji Plana Terbiye Kirina Şerqê hetanî Plana Çongdanînê nav guherîbe jî rêbaz timî bûne rêbazên şerê taybet. Di vê mijarê de dewleta Tirk bi rêxistin kirina tevgera me ya Azadiyê re bi şêweyek hê berfireh û rêxistinkirî ve xwe spartiye polîtîkayên şerê taybet. Hetanî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê navenda sereke ya wan polîtîkayên ku di çarçoveya lobiyên şer ên nava dewleta Tirk de dihatin rêvebirin, NATO-Gladyo bû. Lê dewleta Tirk bi rejîma AKP-MHP’ê re xwe temamî wek rejîma şerê taybet rêxistin kiriye. Yanê şerê ku bi hikûmeta şerê taybet a AKP re li ser tevgera me ya azadiyê tê rêvebirin aliyek pir cuda qezenç kir. Rêber Apo di notên xwe yên hevdîtina sala 2014’an de pêvajoyên ku dewleta Tirk derbas kirî welê vedibêje: “Avakirina daîreya şerê taybet a piştî 1950’an, berpirsê gelek qetlîamên ku li vî welatî pêkhatine. Darve kirina Menderes, bûyerên 6-7’Îlonê, qetlîama Mereş, Çorum û Sêwasê timî wan kir û helbet darbe berhemên wan bûn. Wan şerê xwîşk-birayan dan kirin. Tiştên ku li hemberî me pêkanîn li holê ne. Kurd bi rêbazên herî bê merhamet ve bi destê JÎTEM’ê dan kuştin. Heta JÎTEM’ê wekîl jî qetil kir. Hûn dizanin ku Mehmed Sîncar çawa hatiye qetil kirin. Zagona JÎTEM’ê jî tuneye. Derveyî zagonan dixebite. Hemû bûyerên ku tên eqlê we wan kir. Kuştina Taksîmê ya 1977’an, qetil kirina 7 şagirtên TÎP’ê ew hemû kiryarê wan bûn. Vaye ev sazî di 12’ê Îlonê de bû netewî. Di pratîka Çîler, Gureş a  piştî 90’an şûn de jî, bû taybet. Yên ku 0zal kuştin, Bedlîs paşa kuştin ew bûn. Sêwas jî, Başbaxlar jî wan dan kirin. Başbaxlar jî aliyê JÎTEM’ciyên ku ketin nava me ve hatiye kirin. Cemaet yekeya ku bi amûrê polîsê sivîl û darazê ve hat kirin a  daîreya şerê taybet e.  Dema ku Îsraîl kalê wan, bûye lobiya Ermeniyan. Navend an Florîdayê bû yan jî Utahê bû. Salê sê sed polîs dibirin wan navendan û perwerde dikirin. Projeya rûxandina hemû Kurdistanê wan kir.”

Rejîma şerê taybet a ku bi destê hêzên serwer tê meşandin, bi esasî li dijî Rêber Apo ye. Xwastine ku bi pergala çarmix a ku bi talîmata NATO yê ve hat rêxistin kirin ve pêkanînên şerê taybet li ser Rêber Apo bi şêweyek sîstematîk bixînin dewrê. Ji êrîşa fîzîkî ya her cûre bigirîn û hetanî êrîşên derûnî ev pêla êrîşê her ku çûye mezin bûye. Di pêvajoya dawî de jî hewl dane bi polîtîkaya tecrîd a kûr kirî ve vê pêvajoyê rêvebibin. Bi avêtina naverastê ya rojevên cur be cur ên li ser Rêbertî ve hewl dane têgihiştinan çêbikin. Rejîma şerê taybet a AKP’ê timî li ser bingehê bikar anînê nêzîkî  Rêbertî bûye, Rêbertî ew hemû nêzîk bûyîn bi berxwedana bêhempa ya pêşkêşkirî ve vala derxistiye.

Bi pêkanînên şerê taybet ên ku li ser tevgera azadiyê pêşxistin ve qut kirina pêwendiyên di navbera gel, gerîla û Rêbertî de wek hedefa bingehîn diyar kirine. Jixwe bi salan in ku li ser gelê me konseptek berfireh a tune kirinê heye. Hewl didin bi sixûr kirin, fihûş û hişbirê ve kesayetên bê îrade biafirînin; bi koçber kirinê ve guhertina demografyayê hedef  bikin; bi polîtîkayên pişaftin ên ku li ser ziman û çand pêşdixînin re jî, qirkirina çandî temam bikin. Bi şêweyê ku hemû dezgehên çapemeniyê û saziyên perwerdeyê xizmetê ji wan polîtîkayan re bikin, tên bikar anîn. Hewl didin bi êrîşên têgihiştin û manîpleyên ku rêvedibin ve, bi her cure propagandayên spî, reş û gewr ên ku dewlet serwîs dike re gel bixapîne yan jî bi tevlîheviya mejî re li hember tevgerê bê bawerî biafirîne. Dîsa li dijî xeta me ya azadiya jin a hêza pêşeng a tevgera me jî êrîşên şerê taybet berfireh bike. Li dijî xeta me ya bîrdozî çûyîna wan a rêxistinên alternatîf, xumamî kirina xetê û marjînal kirina rêxistinê di nava hedefên wan ên bingehîn de ne. Dîsa ji bo ku girseyên jin ji tevgerê dûr bixîne her cure rêbazên qirêj tê bikar anîn. Li kêleka polîtîkayên giştî yên ku li ser jin tên rêvebirin, tecawîz jî wek rêbazek bingehîn a şerê taybet xistine dewreyê. Dîsa ji nirxan qut kirina jinên ciwan ên ku ber bi fihûşê ve tên dahfdan, bûye rêbazên fermî yên dewletê. Welê ku di vê mijarê de waliyê Sêrtê yê AKP’yî, bi gotina ‘dema ku wê kevir biavêjin bila fihûş bikin’ ve, ji eşkere kirina niyeta xwe fikar nekiribû. Jixwe ev pêkanînên şerê taybet ên ku ji salên destpêkê û hetanî roja îro li ser tevgera me, jin û tevahî civakê didome tê zanîn. Li gorî wê tekoşîna di pêşengtiya gelan de jî her ku çûye mezin bûye û hetanî roja me hatiye.

Yek jî amûrên bingehîn ên ku dijmin di êrîşên şerê taybet de bikar tîne jî teknîk e. Ji ber vê sedemê ji aliyê me ve rast nêzîkbûyîna teknîkê û rast bikar anîna teknîkê jî mijarek girîng e. Pergal hema hema birêya teknîkê ji xwe re ajan rêxistin dike. Difikire ku wê hemû xebatên veşartî li ser teknîkê eşkere bibin û wê bikare bi vê rêyê ve xebatan derb bike. Beşa giran a şerê ku  di roja me de tê rêvebirin li ser teknîkê ye. Di şer de her cûre amûrê hewa, çek û çekên kîmyevî tên bikar anîn. Dijmin bi teknîka ku pêşxistî ve pesnê xwe dide û propagandaya ku wê bikare bi vê rêyê ve li her deverê gerîla biqedîne, dike. Halbukî di felsefeya Rêbertî de ‘teknîka herî mezin mirov bixwe ye.’ Me mînaka vê ya şênber jî di şerê ku li Herêmên Parastina Medya tê rêvebirin de dît. Me şahîdî kir ku bi derfetên teknîkî yên di destên xwe de, li hember berxwedana bêhempa ya gerîla çiqas bêçare ne. Dîsa me şahidî ji berxwedana 26 rojan a 2 hevrêyên me li Garzanê li gel bikar anîna her cure teknîkê ve jî di şerê ku li bakur tê rêvebirin de, kir. Hê gelek mînak hene piştrast dike ku îradeya mirov li dijî her cûre teknîkê, dikare serbikeve.

Li Bakurê Kurdistanê hem li ser gel û hem jî li ser qada gerîla êrîşek zêde ya şerê taybet di dewrê de ye. Rêxistin kirina şebekeya polîs a zêde û pêşkêş kirina wê ya wek rol model ji civakê re, bikar anîna hişber û normal kirina fihûşê di civakê de; li ser nirxên exlaqî êrîşek zêde tê pêşxistin. Dîsa di salên dawî de bitaybet jî di paketan de rêkirina cenazeyên gerîla ji malbatan re û bi êrîşên li ser gorên gerîla re, li hember  nirxên Kurdan ketine nava nêzîk bûyînek bêperwa; polîtîkayek zextê li ser bingehê çewisandina malbatên şehîdan ku nirxên bingehîn ên Kurdistanê ne, pêşxistine.  Rêvebirina tekoşînek radîkal a ku di xeta bîrdozî de li hember rastiya ku hewl dide bi êrîşên berfireh re teslîm bigire kûr dibe, girîng e.

Dîsa yek jî babetên girîng ên ku pêwîste bê nirxandin jî, dibe êrîşên bîrdozî yên li ser xeta me ya azadiya jin ku ji aliyê dijmin ve bi zanebûn tê pêşxistin. Şerê xetê ya her cure li ser bingehê vala kirina cewherê şoreşger û marjînal kirina rêxistina jin, tê rêvebirin. Ji nirxên jin bixwe zêdetir êrîşên li ser bingehê kişandina seknek ku ji xetên cuda yên lîberal bandor bûyî, tê rêvebirin. Ji ber vê sedemê li dijî her alî êrîşên bîrdozî hestiyar bûn û pêşxistina parastinek ku wan êrîşan vala derdixîne; ya bi bîrdozî ve hatiye gur çû pêç kirin, ji bo me dibe erkek bingehîn.

Şoreşa Rojava wek şoreşek jin li tevahî cîhanê xwe da der

Beralî kirinên şerê taybet ên li ser qada Rojava ya ku ji hêzên şoreşgerî yên  cîhanê re bûye çavkaniya moralê jî, di serkêşiya dewleta Tirk a faşîst de bi konseptek hevpar ve tê meşandin. Di nava vê êrîşê de rejîma Sûrî jî, hêzên îxanetkar ên wekî PDK’ê jî û avaniyên çete yên wekî DAIŞ’ê jî cihê xwe digirin. Li vê  derê jî dijmin hewl dide bi belav kirina bikar anîna madeyên hişber û fihûşê ve; ji ajoyên zayendî û madî re pêşkarî bike exlaqê civakê xerab bike. Dîsa hewl dide bi polîtîkaya koçber kirina taybet a li ser gel re qadan vala bike. Di qadên ku hêzên çete dagirkirin de jî guhertina demografya wek polîtîkayek bingehîn pêktînin. Hewl didin bi vê rêyê ve baweriya ku bi şoreşê tê ya gelan bişikînin. Rêbazek din a ku di qadê de zêde tê bikar anîn jî bişêweyek zana nakokiyên netewî rêxistin dikin û li ser wan operasyonên têgihiştinê tê rêvebirin. Bitaybet jî di demên dawiyê de li ser bingehê rêxistin kirin û sorkirina hinek eşîretan ve dixwazin nakokiya Ereb-Kurdan biafirînin. Bi propaganda kirina QSD an jî rêveberiya xweser tenê temsiliyeta Kurd dike re; hewl didin naveroka paradîgmaya neteweya demokratîk vala bikin, li ser bingehê ku eşîretên Ereb li dijî tevgerê re jî rakin rêbazên qirêj ên cur be cur bikartînin. Dixwazin ji nakokiyên netewî yên ku hewl tê dayîn di nava gel de biafirînin re rojevên çêkirî derxînin û nakokiyan kûr bikin.

Şoreşa Rojava wek şoreşek jin li tevahî cîhanê xwe da der. Hem bala hemû jinan û hem jî ya gelan kişand. Ji gelek tekoşînên jin re jî bû çavkaniya îlhamê. Ji ber vê sedemê jî di wan demên dawî de nêzîk bûyînek li ser bingehê vala kirina nava hemû deskeftiyên jin tê pêşxistin. Bitaybet bi wan êrîşên ku di şexsê YPJ’ê de tê pêşxistin jî, vala kirina cewherê şoreşgerî ya berxwedanê tê hedef kirin. Cilên bûne mijara kovarên moda yên YPJ’ê, bi fîlm û rêze fîlmên ku li ser YPJ’ê hatin çêkirin ve nîşandayîna şêwazê jiyana modernîst a şervanan; ji cewherê jin zêdetir ferz kirina qalibên kevneşop, êrîşek şerê taybet e. Ji ber vê sedemê parastina naveroka nirxên şoreşgerî û civakî kirina li dijî hewldanên marjînal, girîng dibe.

Li Başûrê Kurdistana ku hema wek qadek ku ji hemû rêxistinên îstîxbaratî re palpiştiyê dike hem hevkarî û hem jî polîtîkayên dewleta serwer, di araste kirina şerê taybet de diyarker in. Di vê qadê de xeta bêbext a PDK’ê; PKK’ê wek gefek bingehîn dibîne, xebatek li ser bingehê afirandina têgihiştina ku PKK rêxistinek mêvane û ne aîdê vê qadê ye rêvedibe. Êrîşek cidî li dijî gel bi pêkanînên wekî li kêleka têşe kirina jiyana wan a bi rêze fîlmên Tirk re, bi dibistanên taybet ve ji pişaftinê derbas re kirin, bi şêwazê jiyana biyanî ve ji nirxan dûr xistin, bi rêya mûçe ve girêdaniya her kesî/ê û di welat de bi afirandina bêhêvîtî çêkirinê ve revandina ciwanan a ji welat, heye. Li ser tevgera me ya ku timî wan êrîşan di rojeva xwe de dihêle û li dijî vêya tekoşîn dike jî, pêkanînên şerê taybet dixîne dewrê.

Dîsa welatên Ewropa yên ku di pêkanînên şerê taybet de hetanî dawiyê piştevanî didin dewleta Tirk, bi xistina lîsteya rêxistinên teror a PKK’ê re diyar kirine ku wê ji her êrîşa di vê mijarê de bibin şirîk. Bitaybet êrîşek cidî ya dij propagandaya PKK’ê bi rêya çapemenî û medyaya dijîtal ve tê meşandin û behsa mafdariya xwe ya di wan biryaran de dikin. Bi her cure zext, girtin, bi kar û barên burokratîk ve gef, şantaja aborî û wek dawî jî bi reşkujiyan ve dixwazin ji wan pêkanînan encam bigirin. Hewl didin bi hinek derfetên biçûk ên madî ve jî pergalek ku her kesî xwe ve girêdide ava bikin. Dîsa gel û bitaybet jî ciwanan li ser bingehê bernameyên cur be cur ên rehabîlîte kirina ku ciwanan ji tevgerê qut dike re, dikevin nava pêwendiyan. Bi qetlîama Şengalê ya dawî re girseyek mezin a Êzidiyan koç kiribûn; ji destpêkê û hetanî niha li ser gelê Êzidî yên ku di vê qadê de dimînin, nêzîk bûyînek taybet tê raber kirin. Bi nêzîk bûyînek ku Êzidiyan ji Kurdan qut dike û heta sor dike û dixwazin bi vekirina derfetên dewletê yên ku ji wan re, parçe bûyînê pêşbixînin.

Mîna dubare kirinê be jî em dikarin pêkanînên şerê taybet ên ku bi şêweyek xweser li hemû qadan tê domandin, bi vî awayî bînin ziman. Bêguman rê û rêbazên hê cuda jî pêktînin. Di vê mijarê de ev perspektîfa Rêber Apo xeta me ya tekoşînê jî diyar dike: “Serkeftin ji bo me jî; li dijî şerê taybet a gurbûyî, ferz kirina şerê şoreşgerî ya gurbûyî ve pêkan e. Çiye şerê şoreşgerî ya ji bo me gurbûyî? Pêşxistina taktîka xwe ya li hember hemû beralî kirinan serdikeve û têkildarî vê taktîkên dijmin vala derxistin e.”

Dikare bi pêşxistina rêxistinek bihêz ve bersiv ji polîtîkayên şerê taybet ên ku hatin pêşxistin, bê dayîn. Ji ber vê sedemê jî divê girîngiyek mezin ji xebatên her qadê yên xebata civakî re bê dayîn. Ji bo ku di civakê de hişmendiya dijmin bê pêşxistin û li dijî êrîşan,  parastina xwe bîne asta pêşxistinê; divê giranî ji xebatên perwerdeyê re bên dayîn. Li gel vê xeta yekane li hember şerê taybet qezenç dike şerê gelê şoreşgerî ye. Gel li gorî pêwîstiya vî şerî bê amade kirin û li her qadê bi rehendan ve pêşxistina vê rêxistinê jî girînge. Pêwîste xebatên civakî bi tevnek zêde ya rêxistiniya ku her kesî/ê dikişîne nava rêxistin kirinê ve bê destgirtin.

Yek jî pêngavên bingehîn êwe ku bêyî valatiyek bîrdozî çêbibe kesayeta xwe rêxistin bike. Divê neyê jibîr kirin, dijmin nikare bikeve zemînên sekn û rêxistiniyên wan bihêz. Ji ber vê sedemê jî hewceye her kes bi xwe ava kirinê ve dest bi tekoşînê bike. Bi destpêkirina vê tekoşîna ku li dijî şêwazê jiyan û bîrdoziya modernîteya kapîtalîst şer dike û destgirtina wek verişandina modernîteyê girîng e. Bitaybet divê li dijî lîberalîzma ku bûye mîhverê bîrdoziya sereke ya kapîtalîzmê, ji xwe destpê bike û li her deverê bibin xwediyê tekoşînek hê radîkal. Em dikarin bi tekoşînek îstîkrar a bîrdozî  ve her cûre êrîşên dijmin vala derbixînin.

Em di pêvajoyek ku dijmin li her qadê êrîşên cidî rêvedibe de ne. Lê di êrîşên dawî de jî giranî daye rêbazên şerê taybet. Şerek ku piranî li ser teknîk, îstîxbarat û dîplomasiyê tê rêvebirin heye. Em dikarin bi pêşxistina tedbîrên li her qadê ve bêyî ku kêliyekê rastiya dijminê qirker û mêtînger ji bîr bikin, hemû êrîşên wî vala derbixînin. Hindî ku dijminê faşîst her cure rêbazê qirêj li ser bingeha tune kirina tevger û gelê me bikar bîne, ji bo me jî perspektîfa bingehîn berxwedana topyekun e.  Ji aliyê me ve bi vê zanebûn û nêzîk bûyînê ve arasteyê şer û pratîkê bûyîn, nebe nabeye.