'Şoreşa civakî li dijî şerxwazî û desthilatdariyê tekane rê ye'

Li Spanyayê di panela 'Parastina Ax û Jiyana li Rojhilata Navîn' de hate gotin, tekane rê ji bo têkoşîna li dijî zîhniyeta desthiltadarî û baviksalariyê şoreşa civakî û demokratîk a bi pêşengiya jinan e.

Navenda  IPES (CD-BM) di çarçoveya festîvala xwe ya salane de çalakiyên fikrî, hunerî û çandî li dar dixe. Îsal jî panelek bi navê “ Parastina ax û jiyanê li Rojhilata Navîn” hate lidarxistin.

Endama tevgera jinên Filistînî El-Kerame û Samîdûn Xalîde Ebubekira Filistînî, çalakvana Îranî ya mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan Nîlufer Sabîrî û ji Akademiyaya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî beşdarî panelê bûn.

Panel li Navenda Pirtûkxaneya Jinan a  IPES (CD-BM)’yê hate lidarxistin û zêdetirî 60 kesî beşdar bûn.

Di panelê de behsa nêrîna jinan a li ser qeyranên vê serdemê û bandora zihniyeta baviksalariyê û bandora dewlet û desthilatdarî û sermayedariyê ya li jiyan û civakê hate kirin.  Di panelê de hate diyarkirin ku pergal dixwaze bi hilberandina çekan û bi derxistina şeran û bi koçberkirinê li ser pêyan bimîne û hate destnîşankirin ku ji bo têkoşîna li dijî vê yekê jî tekane rê şoreşa civakî û demokratîk a bi pêşengiya jinan e. Ji ber vê yekê jî behsa girîngiya rola jinan û pêşengiya wan a di rêxistinkirin û parastina civakê de hate kirin.

Di panelê de Xalîde Ebubekirê behsa rewşa niha ya Filistînê û wê qeyranê kir ku di encama şer û koçberî û dagirkeriyê de çêbûye û amaje da girîngiya rawestandina şer û got, “Stratejîya hêzên hegemon koçberkirina gelên xwecih û pêkanîna projeyên xwe yên siyasî û aborî ye. Baştirîn çareserî li hember vê yekê hevgirtina gelan e.”

Xalîde Ebubekirê diyar kir ku tiştê ku niha diqewime, bertekek e li dijî dagirkeriya Îsraîlê û ragihand ku heta niha 20 hezar kes hatine kuştin û hezaran kes jî birîndar û koçber in û welatên Ewropa û Rojavayî ji bo germkirina wî şerî her tim çekan didin Îsraîlê.

Axftvaneke din a panelê Nîlufer Sabîriyê jî amaje da rewşa jinan a li Îranê û got, “Şoreşa jin, jiyan, azadiyê teqîneke gelan bû li dijî rejîma Îranê ku ji bo xapandinê îslamê wek maskeyekê bi kar tîne.” Nîlufer Sabîriyê behsa dîroka rejîma Komara Îslamî ya Îranê kir û diyar kir ku dîroka wê dîroka kuştin, sêdare û çewisandina gelan û jinan e.

Endama Akademiyaya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxiyê jî rewşa Rojhilata Navîn bi nêrîna tevgera azadiya jinan a Kurdistanê rave kir û got, “Tiştê ku li herêma me diqewime, şerê cîhanê yê sêyem e û şerê du paradîgmayan e. Paradîgmaya dewlet, baviksalarî û kapîtalîst li aliyekî û paradîgmaya modernîteya demokratîk li aliyê din. Li aliyekî li hember gelan hemû cure çek, zext û zilm tê bikaranîn, lê li aliyê din di asta şoreşa civakî û demokratîk de berxwedanek heye ku jin jê re pêşengiyê dikin. Di şoreşa Rojavayê de ev yek berbiçav bû û bûye hêviya hemû gelên bindest ên cîhanê. Îro li Rojhilata Navîn tenê çîroka mexdûrbûnê tune ye, çîroka berxwedan û şoreşa jinan jî heye.”

Necîbe Qeredaxiyê amaje da girîngiya xwerêxistinkirin û xweparastina jinan û gelan û got, “Tevgera azadiya jinan a Kurdistanê di nav şoreşê de şoreşek çêkiriye. Serok Ocalan bi felsefe û paradîgmaya modernîteya demokratîk derfeteke mezin ji bo azadiyê vekir.”

Necîbe Qeredaxiyê li ser şoreşa jin, jiyan, azadiyê wiha got, “Ew pêla şoreşê ku ji rojhilatê Kurdistan û Îranê ber bi asteke gerdûnî çû, nîşaneya wê yekê ye ku tenê hişyariya neteweyî û çînî ne bes e, her wiha hişyariya zayendî jî dikare ji bo bersivdana kûrtirîn nakokiyên dîrokê û hemû nakokiyên din bibe çareseriyek û çawa ku di şoreşa jin, jiyan, azadiyê de çêbû, hemû rengan li xwe bigire.”

Tevî vê yekê Necîbe Qeredaxiyê behs kir ku jin dikarin bi sazkirina hevpeymaniya xwe bersiva her cure êriş û qirkirinekê bidin û bi hêz û îrade û rêxistinbûn û têkoşînê dikarin bersiva her cure dagirkeriyekê bidin û sîstemeke demokratîk ava bikin. 

Yek ji organîzetorên festîvalê got, “Jinên Kurd îro ji bo cîhanê ronahî ne”

Navenda Pirtûkxaneya Jinan a IPES (CD-BM)’yê di 8ê Adara 1975’an de bi armanca çêkirina cihekî ku belgename û kitêbên têkildarî lêkolînên li ser jinan kom dike, li Pamplonaya paytexta herêma Navarayê hate vekirin. Ji bo ku jin, xwendekar, lêkoler, kom û xelk bi giştî bigihîjin berhemên jinan, ev navend hatiye damezrandin û her sal festîvalan li dar dixe. Mebesta festîvalê jî ew e ku di warên fikir, huner û çandê de jin beşdar bibin da ku rewşa jinan û pirrengiya wan bê nasîn.

Ev navend ji bilî ku pirtûkxaneyeke jinan e, her wiha sê projeyên wê yên serekî hene: festîvala fîlmên jinan, festîvala fîlmên mafên mirovan û dibistana femînîzmê.