Ballikaya: Em li ser xeta azadiya jinê bi biryar in

Ji Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Several Ballikaya diyar kir ku ew bi biryar in, li gorgî pîvanên rêveberiya xwecihî ya demokratîk di hilbijartinên xwecihî de xeta azadîparêziya jinê bi cih bînin.

Ji Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Several Ballikaya destnîşan kir ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an de wê hem şaredariyên hatine desteserkirin hem jî destketiyên jinan ên hatine desteserkirin jinûve bi dest bixin û ji bo vê têdikoşin.

Ji Meclîsa Jinê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Several Ballikaya ji ANF'ê re axivî. Ballikaya bi bîr xist ku li 200 navendan wê pêş hilbijartinê bikin, yek ji karên sereke yên partiya wan jî temsîliyeta jinê ye û got, "Talankirina jinê şêweyê herî giran ê talankeriyê ye. Bêyî têkoşîna jinê û rizgariya jinê, azadiya civakî pêk nayê. Ji ber vê yekê jî rêxistiniya jinan û rizgariya wan girîngiyeke sereke ye."

BIRYARDARIYA LI SER XETA TÊKOŞÎNÊ YA MEZIN

Ballikaya ragihand ku ji bo hilbijartinên xwecihî weke Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê ew di nava karekî mezin de ne û wiha dewam kir, "Meclîsa Partiyê ya Jinê û Meclîsa Partiyê hemfikir in ku divê destketiyên jinan jinûve bêne bidestxistin. Ji bo vê jî biryardariya ji bo avakirina xeteke têkoşînê ya mezin hate destnîşankirin. Li aliyê din xizanî bandora herî giran li jinan dike. Karên ji bo bidawîkirina xizaniya jinê û encamên wê, di dema bê de wê yek ji karên sereke be. Di vê pêvajoyê de yek ji wezîfe û armancên herî girîng ew e ku li dijî helwesta desthilatdariyê ya ku jinê ji jiyana civakî dûr dixîne, li malê girtî dihêle, nêrîna hevpar a li ser meşandina karên civakî yên jinê ye."

EM Ê DESTESERIYÊ XWE JINÛVE BI DEST BIXIN

Ballikaya bi bîr xist ku qeyûman herî zêde êrîş birin ser saziyên jinan û destnîşan kir ku têkoşîna wan hem ji bo jinûve bidestxistina şaredariyên desteserkirî ye, hem jî dixwazin destketiyên jinan jinûve werbigirin. Ballikaya got, "Bi tayînkirina qeyûm li şûna şaredarên hilbijartî û desteserkirina şaredariyan, destketiyên jinan bi paş ve bir. Li şaredariyan bi destê qeyûman karên ji bo jinê hatin bidawîkirin, navend û qadên hilberînê yên hevpar hatin girtin. Wezîfeya herî girîng a vê hilbijartinê ew e ku bi gelê xwe re şaredariyan jinûve bi dest bixin û bi feraseta rêveberiya ji bo gelên me, modeleke rêveberiya xwecihî pêk bînin. Em ê bi hev re tiştên ku ji jinê hatine standin ji nû ve bi dest bixin û bidin jinan. Em dixwazin bajarên xwe bi feraseteke ku jin xwedî mafê gotin û erkê ye bi hev re bi rê ve bibin. Em xwe amade dikin ku bajarên li gorî rûmet û tenduristiya mirovahiyê ava bikin."

EM BANG DIKIN KU BI HEV RE BI SER BIKEVIN

Ballikaya destnîşan kir ku Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê careke din radigihîne ku li gorî pîvanên rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ew bi biryar in xeta azadîparêziya jinê di hilbijartinên xwecihî de bi cih bînin û got, "Hêmana esasî ya feraseta rêveberiya ji cih û xwecihî, jin e. Meclîsa me ya jinê bi biryar e ku bajarên dostê jinan ava bike. Ji bo şaredariyên ji aliyê qeyûm ve hatine desteserkirin jinûve bêne bidestxistin, ji bo xurtkirina feraseta pêş hilbijartina bi lihevkirina bajêr bê meşandin û bidestxistina encamê, bi biryar e. Bi vê armancê ji bo hevserokatî û pîvana temsîliyeta wekhev bi cih bê anîn, gelekî girîng e ku jin ji bo serlêdana bernamzetiyê bêne teşwîqkirin, bernamzet derfetên propagandayê xurt bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku daxwaza azadî, wekhevî û edaletê dikin û serî li ber seweriya mêr natewînin, ku bi hev re bixebitin, bi hev re bi ser bikevin. Dema DEM Partiyê dema jinê ye, dema azadiyê ye."