BI DÎMEN

YJK-S’ê 8’emîn kongreya xwe li dar xist

Di 8’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku li ser esasê rêxistinbûna serdema nû li Baselê hate lidarxistin de peyama, "Em ê projeya Rêbertiyê ya nîvcomayî bi şoreşa jinê temam bikin” hat dayîn.

KONGREYA 8’EMÎN A YJK-S’Ê

​​Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku sîwana 6 meclîs, 5 komun û 6 înîsiyatîfa li Swîsreyê ye, bi beşdariya hemû pêkhateyan 8’emîn Kongreya xwe li dar xist. Kongrebi beşdariya bi dehan delegeyan û bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” li salona Konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Bl) pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Zap, Metîna û Avaşînê, endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Sozdar Sîdar li ser pêvajoya siyasî nirxand kir.

Sîdar diyar kir ku konsepta şerê taybet a ji aliyê dewletên dagirker ve li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin bi hemû leza xwe didome û got ku bi tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê xwestin ku ev şerê li dijî Kurdan hîn kûrtir bibe. Sîdar anî ziman ku zêdetirî 3 sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên wergirtin û wiha got: “Dewletên serdest-mêtinger ên ku mirovahiyê bê alternatîf dihêlin, dixwazin mirovahiyê bi xwe ve girêdayî bidin. Di vê qonaxê de paradîgmayek li ser bingeha jiyana hevpar û azad a gelan hate pêşxistin. Rêbertiya me bi vê paradîgmayê deriyên jiyana azad, demokratîk û ekolojîk ji jinan re vekir. Tecrîda ku îro li ser Rêberê me tê meşandin, di rastiyê de polîtîkayên li dijî vê modela jiyana azadîxwaz e.”

'EM Ê HÊZA XWE YA RÊXISTINKIRÎ DEYNIN HOLÊ’

Sozdar Sîdar da zanîn ku bi taybetî jin û zarok di bin bandora şer û kaosa desthilatdaran de ne û destnîşan kir ku rêxistinbûna jinên Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Sîdar axaftina xwe wiha domand: “Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ji jinên cîhanê re pêşengiyê dikin. Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşm e. Ev bi paradîgmaya Rêber Apo teşe girtiye û diyar dike ku jiyana azad pêkan e. Em ê vê modela jiyanê ya ku jinên Kurd pêşengiya wê kiriye, di hemû qadên jiyanê de pêk bînin û hêza xwe ya rêxistinkirî deynin holê.”

'EM Ê PROJEYA RÊBERTIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ TEMAM BIKIN’

Sozdar Sîdar gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Projeya min nîvcomayî ye” ya li ser azadiya jinê bi bîr xist û wiha domand: "Ev soza di qonaxa rêxistinbûyîna me de ji bo me talîmat e. Roja ku em paradîgmaya Rêbertiya xwe di hemê qada jiyanê de pêk bînin, wê gavê em ê talîmata Rêbertiyê bi cih bînin. Ev îrade di destê me de ye. Çawa? Dewleta Tirk digot qey bi teknîka xwe wê gerîlayên azadiyê têk bibe. Gerîlayên azadiyê bi pêşxistina pratîkê serweriya dewletê têk bir. Hevalan di Newrozê de mizgîniya wê dane me. Hemû êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berxwedana gerîlayan têk çûn. Em ê vê têkoşînê, projeya Rêbertiyê bi şoreşa jinê temam bikin."

Piştî axaftina Sozdar Sîdar, raporên xebatê yên pêkhateyên YJK-S'ê hatin xwendin, nîqaşkirin û nirxandin. Piştre rojeva hilbijartinê dest pê kir. Selma Sûrer weke erdevka dema nû ya YJK-S’ê hate hilbijartin, rêveberiyeke nû ya ji 12 kesan pêk tê jî hate hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.