'Divê rojnamevanên jin li dijî zextê xwe rêxistin bikin'

Ji damezrênerên MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku dewlet li dijî rojnamevanên jin ên Kurd polîtîkayeke êrîşan a sîstematîk dimeşîne û qala girîngiya rêxistinbûnê kir.

Ji Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya Roza Metîna diyar kir ku ji ber rojnamevanên jin serî natewînin di hedefa dewletê de ne û destnîşan kir ku li dijî van êrîşan berxwedana ku dewam dike, bersivek e.

Rojnamevanên jin li dijî polîtîkayên tundî, sansur û zextê têdikoşin, lê ji ber ku jin in hîn zêdetir dibin hedef. Di van şert û mercên zehmet de careke din girîngiya rêxistinbûna rojnamevanên jin derdikeve pêş. Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ku li Amedê hate avakirin, li dijî binpêkirinên mafan, tundî û êrîşên li ser rojnamevanên jin hêzeke alternatîf ava dike.

Ji damezrînerên Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna ji ANF’ê re axivî. Metîna diyar kir ku armanca destpêkê ya komeleyê rêxistinbûna rojnamevanên jin e û wiha got: “Rêxistinbûna rojnamevanên jin gelekî girîng e. Jin li her deveran her tim rû bi rûyê zext û tundiyê dimînin. Di heman demê de ji karên xwe tên dûrxistin. Li dijî rojnamevanên jin ên Kurd êrîşeke sîstematîk heye. Ji bo ku bi azad bixebitin me MGK damezrand.”

'DIVÊ NAVENDA ROJNAMEVANIYÊ JIN BE'

Metîna diyar kir ku ew hewl didin xwedî li mafên rojnamevanên jin ên Kurd derbikevin û wiha got: “Heta niha gelek rojnamevanên jin ên Kurd hatin darizandin, dozên wan hatin dîtin û em jî beşdarî danişînên wan bûn. Me di peyama ku li wir dayî de got, em xwedî li mafên rojnamevanên jin ên Kurd derdikevin. Ji bo ku jin bibe navenda rojnamevaniyê me ev komele ava kir. Girêdayî vê yekê me xebatên atolyeyê yên destpêkê kir. Beriya komeleyê Platforma Rojnamevanên Jin hebû, me xebatên xwe li ser vê platformê meşand. Em ê êrîşên desthilatdariyê yên li dijî rojnamevanên jin teşhîr bikin. Em ji bo vê yekê têdikoşin.”

Metîna anî ziman ku wan ji rojnamevanên jin ên mîna Gûrbetellî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Nagihan Akarsel îlham girtine û wiha got: “7’ê Cotmehê salvegera şehadeta Gûrbetellî Ersoz e. Ji bo ku em xwedî li mîrateya rojnamevanên mîna Gûrbetellî Ersoz derbikevin, me ev komele 7’ê Cotmehê ava kir. Li gorî rapora DFG’ê; ji meha Mijdarê ve 62 rojnamevan di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin. Li ti dera cîhanê ev qas rojnamevan di girtîgehê de nayên girtin. Ev tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Sîstemeke hiqûqê heye ku xizmetê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re dike. Xebatên çapemeniya azad wê her tim li dijî vê ferasetê derbikeve. MGK û Jin News li Tirkiyeyê û li cîhanê ji bo rojnamevanên jin destpêkek e.”

'DESTHILATDARÎ NIKARE ME TERBIYE BIKE'

Metîna ragihand ku tê xwestin ku bi zextê rojnamevanan bêdeng bikin û wiha got: “Jin rû bi rûyê ziman û tevgerên zayendparêz dimînin. Ekîpmanên wan desteser dikin da ku nekarin xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomînin. Di serdegirtinên bi ser çapemeniya azad de, me ev yek pir bi eşkere dît. Di heman demê de rojnamevanên jin ên Kurd tên binçavkirin û bi rengekî derhiqûqî tên darizandin, ji karên xwe tên dûrxistin û girtin. Ji ber ku rojnamevanên jin serî natewînin, ji aliyê dewletê ve tên hedefgirtin. Dewlet bi êrîşên xwe dixwaze rojnamevanên jin ên Kurd ‘terbiye’ bike û ji doza wan dûr bixîne, lê li dijî van êrîşan berxwedana ku dewam dike bersivek e.”