Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir

Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir. Di serdanê de tecrîda îmraliyê û grevên birçîbûnê hatin nîqaşkirin.

Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ku ji 7 kesan pêk tê û ji gelek welatên Ewropayê ku di nav de parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl jî hene, hatin Tirkiyeyê.

Delegasyonê têkildarî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wê du rojan hevdîtinên cuda pêk bîne. Delegasyona ku wê serdana gelek cihan bike pêşî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî di hevdîtinê de amade bûn.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin de agahî dan delegasyonê. Parêzeran behsa cezayên disîplînê yên kêfî yên li ser Abdullah Ocalan, şert û mercên li Girtîgeha Îmraliyê, biryarên dawî yên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re û hewldanên xwe yên li dijî van biryaran ragihandin.

'GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN WEKE RÊBERÊ XWE DIBÎNE'

Parêzer Emran Emekçî, diyar kir ku 33 meh in bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û destnîşan kir ku hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi awayekî keyfî tên astengkirin. Emekçî, anî ziman ku hevdîtin bi hincetên siyasî tên astengkirin û got, “Sedemên hevdîtinên ligel parêzer û cezayên disîplînê, ji me tê veşartin. Li gorî qanûnê ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bê qedexekirin, divê hevdîtinên parêzeran bi belge bên îspatkirin. Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên tecrîdê re îradeya Abdullah Ocalan bişkînin û wî neçar bikin ku dest ji mafên xwe yên siyasî berde û bi mafên takekesî ve girêbidin."

Parêzer Îbrahîm Bîlmez jî, destnîşan kir ku gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne û got, “Berê jî ji bo Birêz Ocalan gelek kampanya hatin lidar xistin. 10 milyon û 328 hezar û 623 îmzeyên ku di çarçoveya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya li cîhanê hatin komkirin radestî Konseya Ewropayê hatin kirin. Ji ber ku beşeke mezin a gelê Kurd bi Ocalan bawer e. Dewlet bi vê dizane û ji ber vê gelek caran li maseya fermî hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e. Birêz Ocalan ji sala 1993'yan û vir ve hewl dide çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd pêk bîne û gelek caran agirbesta yekalî pêk hat. Birêz Ocalan di heman demê de mirovekî gelekî maqûl e. Di wê ferqê de ye ku pirsgirêka Kurd tevlîhev e ûu bandorê li Rojhilata Navîn dike. Tevî hemû şert û mercên tecrîdê jî ji bo aştî û çareseriyê xebitî. Gelê Kurd li pişt Birêz Ocalan e, helwesta li dijî Birêz Ocalan li dijî gelê Kurd e. Li Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîdê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Ev rewş gumanên me mezin dike. Em kêfxweş in ku delegasyon li vir e, daxwaza me ew e ku tecrîd ji raya giştî re bê ragihandin."

‘GUMANÊN ME YÊN CIDÎ HENE’

Parêzer Rezan Sarica, jî da xuyakirin ku ji ber tecrîda girankirî gumanên wan mezin e û bal kişand ser rol û hewldana Abdullah Ocalan a di meseleya çareseriya siyasî de.

Sarica, diyar kir ku nêzîkatiya Abdullah Ocalan a ji bo pirsgirêka jinê li ser esasê azadiyê ye û da zanîn ku pirsgirêka jinan ji bo xwe kiriye sedema têkoşînê. û got, “Ji bo ku jin di nava şert û mercên wekhev de bijîn di nava têkoşîneke mezin de bû. Ji berê ve girîngî dida têkoşîna azadiya jinê û di rojeva xwe de digirt.”

'ABDULLAH OCALAN ŞOREŞA ZIHNÎ PÊK ANÎ’

Parêzer Raziye Ozturk, bal kişand ser paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocalan û got, “Birêz Ocalan her tim xwestiye jin di astek pêşeng de rol bilîze û li Kurdistanê şoreşa zihnî ya gelek mezin pêk anî.”

Piştî axaftina parêzeran hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Delegasyon wê piştre biçe serdana rêxistina Jin bi hev re bihêz in, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Dayikên Şemiyê.