Li Pakistanê jin daketin qadan: Bi sedan jin û zarok hatin binçavkirin
Li Pakistanê jin li dijî sûcên ku hêzên dewletê li hemberî Belûciyan pêk tînin, daketin kolanan. Polîsan bi sedan jin û zarok binçav kirin.
Li Pakistanê jin li dijî sûcên ku hêzên dewletê li hemberî Belûciyan pêk tînin, daketin kolanan. Polîsan bi sedan jin û zarok binçav kirin.
Belûciyên li Pakistanê li dijî kiryarên kuştinê yên hêzên dewletê li ser piyan e.
Piştî ku ciwanek li bajarokê Tûrbat ê Belûcistanê beriya çend hefteyan ji aliyê polîsan ve hate kuştin, di 6'ê Kanûnê de xwepêşandanên şermezarkirinê destpê kirin.
Pakistan Police assault Baloch women and young girls who were marching against Human Rights violations by Pakistan Army in Islamabad. Pakistan continues its genocide against the Baloch people.
— Aditya Raj Kaul (@AdityaRajKaul) December 21, 2023
pic.twitter.com/na1aOjFTMu
Hevser, xwişk û keçên kesên li eyaleta Belûcistanê hatin windakirin li seranserê welêt rabûn ser piyan.
Dest bi rêwîtiyeke bi 2 hezar kîlometreyî kirin û xwe gihandin paytext Îslamabadê.
Di hemû bajarên mezin de yên jê derbas bûn, xwepêşandan hatin lidarxistin.
Lê belê polîsên Pakistanê bi tundî dest li xwepêşandêran werdan û herî kêm 200 kes binçav kirin.
Li herêmên cuda yên Belûcistanê ku têkoşîna serxwebûnê tê meşandin bi hezaran mêr hatin windakirin û piştre cesedên wan hatin dîtin.
Aktîvîst û malbatên qurbaniyan, servîsa veşartî û artêşa Pakistanê ji van bûyerên kuştinê berpirsyar dibînin.