JIN
Hemû Nûçe
-
TJK-F’yê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarên Parîs, Marsîlya, Strasboûrg, Reîms û Bordeaûxê banga tevlîbûna çalakiyan kir. -
'Em ê destketiyên jinan biparêzin'
Berdevka Kombûna Jinan a Zenobiya Xûd El Îsa destnîşan kir ku jin bi biryar in destketiyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. -
'Şehîd Menîce Heyder di avakirina tevgera jinê de bi roleke girîng rabû'
Kongra Star êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan şermezar kir û ji bo endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê ya ku di êrîşa li Tişrînê de şehîd bû, got "Di avakirina tevgera jinê de bi roleke girîng rabû." -
Jin li hemberî dagirkeriyê ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan
Jinên li navçeya Pirsûs a Rihayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civiyan, ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan. -
Hevdîtina 10 girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê hatin qedexekirin
Girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê ragihandin ku 10 girtiyên siyasî yên jin Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nav de mafê wan ê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re hatiye qedexekirin. -
CFWIJ’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
CFWIJ’ê li hemberî binçavkirina xebatkarên Çapemeniya Azad nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku çapemeniya Kurd bi zilmek mezin re rû bi rû ye. -
TJK-E: Em banga xwedîderketinê li berxwedana Rojava dikin
TJK-E ji bo çalakiyên 25 û 26’ê Çileyê ku wê bên lidar xistin banga tevlîbûn û xwedîderketinê li berxwedana Rojava kir. -
Du girtiyên siyasî yên li Tehranê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
Girtiyên siyasî yên li Îranê Anîşa Esed Îlahî û Hûra Nîkbext, ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li rojnamevan û aktîvîst Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bang li her kesî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. -
ROJIN: Em hevgirtina xwe xurt bikin
ROJIN, nerazîbûn nîşanê terora dewleta Tirk a li ser rojnamevanan da û bang li saziyên çapemeniyê kir û got, “Hevgirtina xwe ya bi rojnamevanên Kurd ên ku neçar dimînin di siya êrîşên dewleta Tirk de bixebitin re xurt bikin.” -
Li Hewlêrê jinek hat qetilkirin
Li Taxa Fermanberan a Hewlêrê jinek ji aliyê birayê xwe ve bi kêran hat qetilkirin. -
KJK: Divê her kes bi ruhê serhildanê rabe ser piyan!
KJK’ê ragihand ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi balafirên şer, balafirên bê mirov û çekên giran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir diken û bang li her kesî kir ku bi ruhê serhildanê rabin ser piyan. -
'Pêwîst e jin di destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî rolek sereke bin'
Jinên Kurd û Suryanî destnîşan kirin ku ew ê avabûna Sûriyeyeke bêyî mafê jinan qebûl nekin û gotin, divê mafê jinan di hemû pêkhateyan de were parastin. -
TEV-DEM li ber cezayê darvekirinê rabû
Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li çalakvan Pexşan Ezîzî sûc e û tepisandina dengê guhertinê ye û banga betalkirina vî cezayê kir. -
Çalakiya li Sineyê: Divê her kes li dijî darvekirina Pexşan Ezîzî rabe
Jin û xizmên girtiyan ên li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî bang kirin û gotin, “Divê her kes li dijî darvekirina Pexşan Ezîzî rabe.” -
Pisporên NY’ê: Cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
Pisporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî cezayê darvekirinê yê ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatiye birîn, şermezar kirin û diyar kirin ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî yên mafên mirovan e. -
Kongra Star: 20 sal in em bi fedakarî û lehengî têdikoşin
Kongra Star ji ber salvegera 20'emîn a damezrandina xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî neteweperestî, olperestî, zayendîperestî û dagirkeriyê 20 sal in ew bi lehengî û fedakarî têdikoşin. -
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê dewam dike
Ji bo parastina Bendava Tişrînê û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên lis er bendavê, çalakiya nobedê ya gel dewam dike. -
Şehîdên Parîsê li Kolombiyayê hatin bîranîn
Li paytexta Kolombiya Bogotayê, jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Berxwedana li Rojava jî hate silavkirin. -
Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur piştgirî dan Pexşan Ezîzî
Tora Hevgirtina Jinan a Asyaya Rojava (WANA) û Tora Piştevaniyê ya Afrîkaya Bakur (WWSN), ji bo rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ya ku Îranê derbarê wê de biryara darvekirinê dayî bangawazî kirin. -
Ebadî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
Çalakvanê mafên mirovan Şîrîn Ebadî ku xelata aştiyê ya Nobelê wergirtiye, erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, şermezar kir. -
Şehîd Sara sembola berxwedan û baweriyê ye
Gerîlayên jin ên ku li ser xeta şehîd Sara têdikoşin, zor û zehmetiyan hemûyan ji pêşiya xwe radikin û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin. -
Ferîde Alkan: Em ê bi têkoşînê hesabê komkujiyên Parisê bipirsin
Endama Fermandariya Konseya Leşkerî ya YJA Starê Ferîde Alkan li ser lihevkirina NATO û MÎT'ê sê şoreşgerên jin hatin şehîdxistin û got: “Di dil û mejiyê Tevgera Azadiyê û gelê me de kujer zelal in. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin" -
DEM Partî ji bo Pexşan Ezîzî li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ye
Meclisa Jinan a DEM Partiyê cezayê darvekirinê yê li ser aktivîst û rojnamevan Pexşan Ezîzî li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protesto kir. -
Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş hat lidarxistin. -
Komek ji jinên Ûgandayî YPJ silav kir
Komek ji jinên Ûgandayî bi peyamekê berxwedana YPJ'ê silav kir.